Demîrtaş: Em li ser piyan sekînin û em ê bisekinin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş bal kişand ser konsepta şer a AKP'ê ya di hilbijartina 7'ê Hezîranê de winda kir û wiha got: "Em li dijî feraseta ku di vî şerê psîkolojîk de HDP kirin hedef li ser piyan sekinîn û em ê bisekinin jî.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş bal kişand ser konsepta şer a AKP'ê ya di hilbijartina 7'ê Hezîranê de winda kir û wiha got: " Em li dijî feraseta ku di vî şerê psîkolojîk de HDP kirin hedef li ser piyan sekinîn û em ê bisekinin jî. Em ê zarokekî xwe jî feda nekin. Em ê xwe ji bo zarokên xwe û hewce bike feda bikin. Em ê nehêlin tiştek bi zarokên me bên.”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di vekirina civîna Meclîsa Partiyê de têkildarî geşedanên di rojevê de nirxandin kirin. Demîrtaş axaftina xwe bi gotina, "Em li hemberî darbeya qesrê ne" dest pê kir û got ku berî hilbijartinê rayedarên AKP'ê û Serokwezîr Davutoglu ji HDP'ê re digotin, "Heke hûn bendê derbas nekirin mizmiziyê nekin" û wiha got: "Divê hemû kes li hemberî encamên sindoqê bi hûrmet be.Ev yek di pêvajoya hilbijartinê de li hemû qadan ev yek bêyî ferdî bikin gotin. Dîtin ku gelên Tirkiyeyê êdî ji derewên wan bawer nakin. Vîna gel bi derewan û zextan nayê veşartin û xapandin. Yên digotin HDP bendê derbas bike dê kaos derbikeve HDP'ê bend derbas kir kaos derxistin."

Demîrtaş wiha axivî:

"Piştî mutabakata Dolmabahçe û maseya çareseriyê hilweşandin şer dan destpêkirin. Baweriyê bi sindoqê naynin. Em ji sedî 13 vîn in em teqez vê yekê nadin tepisandin. Em teqez weke hilbijartin çênebûye û AKP ji desthilatdariyê neketiye tevnagerin. Ya dixwazin pêk bînin ev e. Weke hilbijartin çênebûye û weke partiya bi tena serê xwe li ser kar in dixwazin tevbigerin.

Rojava civîna meclîsa partiya me dê lîstikên şer û bangewazên şer bin û destûrê em nadin wan. AKP'ê çawa ku ji bo hilbijartinê qezenc bike muzakere bikara anî piştî winda kir ji bo qezenc bike şer bikar tîne.

Piştî di sindoqê de winda kir şer xistin dewreyê. Divê hemû kes vê yekê baş bizane. Ev welat welatê me hemûyan e. Em yên li ser vî welatî dijîn her çiqas cudahiyên me hebin jî em bira ne. Heke li hemberî welatê me talukeyek hebe ji bo parastina wî em xwe paş de nagirtin. Em di 1071'an û 1921'an de ev kir. Li holê ti parastina welat tineye. Li holê parastina qesrê heye. Ji bo desthilatdariya xwe zarokên me ji mirinê re dişînin hişmendiya wan ev e. Welatê me di bin gefan de nîn e. Niha DAIŞ rêxistina tecawizan ji bo hemû cîhanê tehdît in lê ji bo AKP'ê tehdît nîn e. AKP'ê li hemberî DAIŞ'ê ti operasyon nekirin e. Ne gotin em ê zarokên xwe feda bikin û DAIŞ'ê rawestînin. Dema li Pirsûsê 31 zarokên me hatin qetilkirin Serokomar di gera derveyî welat de bû. Bi komkujiya 31 ciwanan mexdur bû û hemû ciha li wî geriya lê ew tenê li malbatekê jî negeriya. Ji ber ku DAIŞ ji bo wan tehdît nîn e. Dema pêvîst be dê serê wî hembêz bikin. Rêxistina li Serfaretxaneya Musilê de bi rihetî pê re muzakere kirin e. Erdogan dema dîlên Tirk ên di destê DAIŞ'ê de xilaskirin got, 'Erê me muzakere kir kê eleqedar dike' Dema em niha dibêjinê em mûzakerayan bikin dibêje li holê muzakere tineye û teror heye. Vê hişmendiyê bi darbeyê dest daniye ser rewşê.

Em dixwazin vê yekê bi Erdogan bidin bîrxistin. Li vî welatî şaredarek hebû û ji ber helberst xwend ket girtîgehê. Paşde gav neavêt û bu serokwezîr û Serokomar. Balkêşe navê wî Recep Tayyîp Erdogan e. Te heke li hemberî van zextên biçûk paşde gav neaavêtibe, em yên berxwedanan nas dikin li hemberî gefên we paşde gav navêjin. Em ê bi meclîsa partiya xwe re li bajar û navçeyan mal bi mal bigierin. Em ê bêjin ev şerê me nîn e. Zarokên van naçin şer. Zarokên wan leşkeriyê nakin. Darbest zarokê kîjanî hatiye. Xwedê biparêze bila neyên.

Em weke partiya xizanên vî welatî em ê vê yekê baş vebêjin, em ji bo qesrê destûrê nadin. Em ê li hemberî bangawazên şerê topyekûn hamleya aştiyê ya topyekûn bidin destpêkirin. Divê ti kes ji AKP'ê netirse. HDP'ê çawa di 7'ê Hezîranê de ev çavsorî rawestand îro jî HDP heye. Deme li hemberî van gel serî hilda wê xwe mit bikin.

Hemû kampanya li ser HDP’ê û li dora HDP’ê teşe digire. Fatureya hemû sucan ji HDP’ê re tê birîn. Bi ajanên ku xistine pey me, faşîstên ku ji bo lîncê xistine tevgerê, netewepertên qaşo yên girtine pişt xwe ve kampanyaya lîncê dan destpêkirin. Beriya hilbijartinê jî ev yek kirin. Heke hilbijartin be em ji vê narevin. Dixwaze niha dixwaze di Cotmehê de HDP ji bo hilbijartinê amade ye.

Li şûna aştî pêkanîn û ev feraseta ku biryara şer digire em ê careke din ji bo ku êdî nikaribe li ser xwe ve bê em ê bixin sindoqan. Di salên 90’an de gel dizane şerekî qirêj çawa hate meşandin. Hêj bi vî re hevrû nebûne. Îşkence, windahî, şewitandina gundan îro hamen tişt tên jiyîn. Birêz Davutoglu te pirtûkên qalind nivîsandiye ma te qet mêze nekir wê demê çi qewimî.

Ti kesekî nas nakî belkî, Tansu Çîller li wir e gazî wî bike pirsa çi kirine bike. Îro tiştên ku te kir wan jî kir. Duh jî we li Agiriyê 3 ciwan înfaz kir, paşêrojê de we bêhtir kir. Ev 6 roj in cenazeyê 13 ciwanan didî rawestandin. Ew ciwanên qehreman li dijî DAIŞ a ku ti gelek caran serê wan tîmar dikî şer kirin. Feraseta ku îşkence li cenazeyan dike ma dikare bibêje aştî û demokrasî? Li Rihayê li dijî ciwanên ku hatin binçavkirin îşkenceyên ku mirov nikare bigire devê xwe hate kirin. Dibêjin operasyona demokrasî û aştiyê. Wekî operasyona 19’ê Kanûnê ya ‘Vegera jiyanê’. Ji bo karên herî qirêj pêyvên pîroz bi kar tînin.

Agahiya ku me girtiye ev e ku şewirmendê ku nû hatiye tayînkirin Kuzu (Burhan) di buroya wî de amadekariya girtiya partiyan tê kirin. Armanc pêşiya alîkariya hezîneyê girtin e. Dozgerek dê gazî bike, hûn siyasetmedar in, çi eleqeya web i girtina partiyan re heye. Dozgerê ku ji bo vê yekê hatiye peywirdarkirin kî ye hûn dizanin? Şems e heye ya (Ethem Sancak) xizmê wî ye. Xwediyê çapemeniya hewzê xizmê dozger e. Daraz ya wan e, çapemenî ya wan e, îradeya qaşo ku dibêjin em bixwazin şer bixwazin bibêjin aştî ya wan e. Dİvê em vê yekê rawestînin.

Ji bo derxistina îradeya aştiyê divê em bi rêxistinên sivîl û hemû dînamîkên herêmî ve hevkariyê çêbikin û bi malbatên ku zarokên wan di leşkeriyê de ve têkîlî daynin. Ne zêde hûn ê bibînin di nava 3-5 rojan de atmosfer biguhere.

Hevdîtina koalîsyonê ya li ser esasê mijûlkirinê didome, di rastiyê de koalîsyona şer hatiye avakirin. Bi hesabê ji bo beramberî Bîlal, hîlal ve koalîsyon hate avakirin. Me nîşan da ku hesabê li malê ne li gorî ya sûkê ye û em ê nîşan bidin jî. Em li dijî feraseta ku di vî şerê psîkolojîk de HDP kirin hedef li ser piyan sekinîn û em ê bisekinin jî. Em ê zarokekî xwe jî feda nekin. Em ê xwe ji bo zarokên xwe û hewce bike feda bikin. Em ê nehêlin tiştek bi zarokên me bên.

Daxuyaniya Remzî Kartal hebû, gote amade ne ku destên xwe ji tetîkê bikişînin. Em vê yekê wekî bersiva bangawaziya xwe qebûl dikin. Serokwezîr wekî generalên bi apolet gotina ‘em ê heta ku terorîstekî dawî bimîne operasyonê bidomînin’ bi kar anî. Divê herdu aliyên ku şer dikin jî destên xwe ji tetîkê bikişînin. Ev bangawaziya ku gel li bendê ye. Bi xurtbûna van bangawaziyan her kes dê rewşa xwe li ber çavan derbas bike. Me ji KCK’ê daxwaza vegera maseyê û îradeya çareseriyê dît em dixwazin ji hikûmetê jî bibihîzin. Dema hûn biryara şer digirin evqas wêrek in di biryargirtina aştiyê de jî wêrek bin.

Em dizanin aqilmend dê îro bên cem hev. Girîng e, di pêvajoya çareseriyê de rolekî girîng girtin ser xwe. Di pêvajay ku aştî xera bûye de jî ketina dewreyê girîng e.”

Demîrtaş têkîldarî pirsa ku di çapemeniyê di ji bo birayê wî Nurettîn Demîrtaş derketiye jî bersiva îhtîmala rastbûna vê agahiyê tineye ji ber ku birayê wî ne Qendîlê ye da. Demîrtaş anî ziman ku birayê wî li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dide, leşkeriya bi bedel nake, dibeku birîndar jî bibe jiyana xwe ji dest jî bide, li hemberî rewşekî bi vî rengî serê xwe natewînin.