Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Demîrtaş: Em ê destûrê nedin vê rêveçûna Erdogan

Demîrtaş bi zimanekî tund nerazîbûn nîşanî hewldana komkujiyê ya li Roboskî da û ji Erdogan re jî got, "Em ê destûrê nedin vê rêveçûnê."

Demîrtaş bi zimanekî tund nerazîbûn nîşanî hewldana komkujiyê ya li Roboskî da û ji Erdogan re jî got, "Em ê destûrê nedin vê rêveçûnê."

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand.

Demîrtaş ji xizmên mirovên di teqîna duh a li Silopiyayê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest.

Demîrtaş nerazîbûn nîşanî êrîşa duh a artêşa Tirk a li hemberî gundiyên Roboskî da, ku di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan û got, "Xwestin, mîna Komkujiya Roboskî komkujiyeke din bikin."

Demîrtaş işaret bi rewşa rêveberê DBP'ê yê Bajarê Şirnexê Hurşît Kulter kir, ku di 27'ê Gulanê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin, lê dewlet li xwe nagire ku ew binçav kiriye. Demîrtaş got, "Li ser windakirin û înfazkirinê gelek îdîayên cidî hene. Rayedarên Walîtî û Jendermeyan vê qebûl nakin. Şahid bi xwe dibêjin, ku Kulter bi saxî hatiye binçavkirin. Tevî van agahiyan jî em nizanin bê wê çi bibe. Eger Wezîrê Karên Hundir hînê xwe weke wezîr dibîne, mecbûr e vê çareser bike."

SERLÊDANÊN LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN HATINE KIRIN

Demîrtaş, der barê serlêdanên têkildarî rakirina destnedanê li Dadgeha Destûra Bingehîn hatine kirin de ev nirxandin kir: "Em ji Dadgeha Destûra Bingehîn naxwazin HDP'ê biparêze. Em ji Dadgeha Destûra Bingehîn dixwazin hiqûqê biparêze. Em li benda biryareke ji bo parastina hêviya sîstemeke demokratîk in. Ji daxwazeke me ya siyasî wêdetir, ev rewş ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn firsendek e ku bi rola xwe rabe." Demîrtaş destnîşan kir, ku eger dadgerî di nava xwe de reformeke cidî pêk neyne, têkoşîna siyasetmedaran jî wê bihilkume.

'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku AKP amadekariyan dike di rojên pêş de pêşniyara li ser serokkomariya ji partiyê bixe rojeva meclîsê û got, "Guhertineke ku gav bi gav xwe pê nêzî Serokatiyê dike, pêk tînin. Hûn, di bin navê serokkomariya ji partiyê de nikarin me bi dîktatoriya nixumandî bixapînin...Gelo dema bû Serok, ji erkên heyî cudatir bibe xwedî kîjan erkan? Niha kîjan erk li ber destê wî nîne, ku nikare bi kar bîne? T dikarî Serokwezîr ji wezîfeyê bigire, biryarê dide bê serokê partiyekê wê kî be. Dema tu bû serok, ji vê wêdetir wê kîjan erk bikeve destê te? Tu Serokê Dadgeha Bilind weke karkerekî demsalî dibe berhevkirina çayê. Îhaleyên mezin bi îmzeya de pêk tên. Dema tu bû serok, gelo wê çi biguhere? Xuya ye ev têra te nake, tu garantiyeke destûra bingehînî dixwaze. Bila li dema bihurî û mînakên nêz binêrin; tu bibe serok jî tu yê nikaribe ji hesabdayînê bireve. Rojekê tu yê bê darizandin. Te her tişt xist nava lepên xwe, bi tenê îlana serokatiyê ma. Bi ragihandina serokatiyê re wê welat di nava tarîtiyê de winda bibe. Lê bi tenê berxwedêr wê bimînin. Ji xwe em ê destûrê nedin vê rêveçûna te."