Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Demîrtaş: Eger zimanê Osmanî mecbûrî be em ê li hember bisekinin

Demîrtaş: Eger zimanê Osmanî mecbûrî be em ê li hember bisekinin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku ew ne li hember fêrkirina zimanê Osmanî ne, lê dema vê ferz bikin wê muxalefeta herî tund nîşan bidin. Demîrtaş got, "Ev mentiq mentiqa ku bi mecbûrî Sonda me didan xwendine. Ti dibêjî zimanê dayikê qedexe ye , Ti zimanê Osmanî bi zorê didî xwendin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî zimanê Osmanî yê di Şêwirmendiya Perwerdeya Millî de bi biryara hat girtin tê xwestin bikin meriyetê û Serokkomar Erdogan ku got, “Wê her kes fêr bibe” bertekên xwe bi rojnamevanan re parve kir. Demîrtaş ê li Meclîsê bi rojnamevanan re hat gel hev, bibîr xist ku zimanê dayikê hatiye qedexekirin û der barê mijarê de ev nirxandin kir,

"Fêrbûna ziman tiştekî baş e. Di encam de mirov fêrî çend zimanan bibe baş e. Lê eger ti bêjî îleh, hûn ê fêrî zimanê Osmanî bibin ji bilî tewştiyê ne tiştekî dine. Çima mecbûrî ye? Dibêje,  'Hûn bixwazin jî nexwazin jî hûn ê fêr bibin’. Hûn nikarin vê bikin. Wê Sonda me jî bi salan bi zorê da xwendin. Paşê hûn neçar man we rakir. Çi pêwîstiya ferzkirinê heye? Hûn zimanê dayikê li mirovan qedexe dikin. Hûn dibêjin ‘perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe ye’. Zarok nikarin zimanê Osmanî li ser kêla gorê bixwînin. Temam bila fêr bibin, Bila Farisî û Çînî jî fêr bibin. Bila fêrî zimanê rojhilat bibin. Ez dixwazim zaroka min fêrî zimanê Osmanî bibe. Ez ne li hember vê me. Lê dema ti hewl bidî bi zorê zimanê Osmanî fêrî zaroka min bikî, qisûrê efû bike. Tevayî artêşa te jî bê nikare keça min bixe dersa zimanê Osmanî. Tê nikarîbî vê bi ser bixî. Ez ê zaroka xwe nexim vê dersê. Werin bi polîs, tank û topên xwe bê hûn ê karibin zaroka min bixin vê dersê? Mecbûrîkirin bi xwe mirov aciz dike. Şaşiya herî mezin a AKP’ê ev e. Hewl didin îleh bi zorê bidin qebûlkirin. Dema gel nerazîbûnê nîşan dide mafdar e.”