NÛ BÛ

Demîrtaş: Divê AKP hesabê teqînê bide

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî teqîna duh şev a li Enqereyê pêk hat li meclîsê daxuyaniyek da.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li meclîsê derbarê teqîna li Enqereyê daxuyanî da û got, "Li paytexta welêt di nav 5 mehan de 3 teqînên mezin pêk hatin,  em ê ji ber vê bibêjin em AKP'ê pîroz dikin? Em ê çi bibêjin? Carekê jî hûn hesab bidin. Êdî bese."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahattîn Demîrtaş, derbarê teqîna duh li Enqereyê pêk hat îro li meclîsê li pêşmerî kamerayan daxuyanî da. 

Demîrtaş, ji bo malbatên ku xizmên xwe di teqînên de winda kirine sersaxî xwest. 

Demîrtaş di daxuyaniyê de wiha got: "Ew pîr û pak, ji bilî wan her kes sûcdar. Em tewrekî bi vî rengî ti carî qebûl nakin. Li paytextê welêt di nav 5 mehan de 3 teqînên mezin pêk hatin, em ê ji ber vê, bibêjin em AKP'ê pîroz dikin? Em ê çi bibêjin? Em ê malavayiyê lê bikin? Em ê wê pîroz bikin? Carekê jî hûn hesab bidin, ji bo xatirê Xwedê û pêxember. Carekê jî derbarê bûyerên neyênî yên li vî welatî hûn hesab bidin, bidin ku em fedîkar bibin. Êdî bes e."

 ‘AKP YA ME NAGIRE BER ÇAVAN, QITÛPKIRINÊ AVA DIKE BERPIRS E’

Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de wiha nirxandin kir:

“Hikûmeta ku hişyariyek me jî nagire ber çavan, deriyê xwe li hevparbûna bi muxalefetê re digire, 14 sal in li gor xwe diçe, dibêje ‘em ê hem li hundir hem jî li derve bi polîtîkayên tepisandinê encamê bigirin’, di welat qitûpbûyinek mezin ava kiriye, ma bi ti awayî ne berpirs e? Hûn çend meh in midûrê emniyeta paytexta welat in. Kî yê tayîn bike, wek HDP em tayîn bikin! Her derê welat gola xwînê ye. Efendîbeg ti niyaza wan a hesabdayinê tineye. Piştî giştî van bûyeran jî tew hesab dipirsin. Hê tu, yên din wê hesab bide.

Carekê jî hûn hesab bidin ji bo Xwedê! Ka hûn hesab bidin bila em fedî bikin. Êdî bes e! Ewqasî pesnê xwe didin, dibêjin ‘me rê çêkirin’. Li welat tiştekî neyênî pêk tê hûn nayên lêborînê naxwazin, hûn mezinbûna ‘berpirsiyarî ya me ye’ nîşan nedin, gunehbar em dimînin.

Êrîşek terorî ya yekser sivîl kiriye hedef e. Li ser navê partiya xwe, hevalên xwe û navê xwe careke din dixwazim diyar bikim ku şermezar dikin, lenet dikin. Tiştê em dikarin xwe bavêjin pêxîrê hêstên me yên xwişktî, biratî, wekhevî û edalet e. Yekane tiştê dikare me ewle bike ev e. Ji yên jiyana xwe ji dest dane re ji xwe rehmet, ji birîndaran şîfaya lezgîn û ji xizman re jî sebrê dixwazim. Ez hêvî dikim ku hejmara miriyan zêde nebe, birîndar demildest sax bibin. Êrîşên girseyê dikin hedef pêk hatin. Em wek partî nirxandinên xwe dikin. Ne nû ye, her roj êşên nû pêk tên. Li Amed, Sûr, Cizîr, Gever.. êş tên jiyîn.

Welat di hevparbûna êşê de mixabin serkeftî nayê. Di lêpirsîna ji ber çi em nikarin di êşê de hevpariyekê ava bikin de divê destpêkê hikûmet di neynikê de li xwe binêre. Qetlîam, êrîş, mirin çêdibin. Tenê hikûmet tiştekî dike, şermezarkirin. AKP’e ji bilî dawetkirina xeta hikûmetê pê ve ti tiştekî din nake. Tu dibêjî qey ti berpirsiyarên wan ên siyasî nîne. Tu dibêjî qey rêveberên welat ne ew in, ne li ser desthilatê ne. Bi ewqas qewimînan re têkîliyek wan a biçûk jî nîne. Ew kevçîkê ji şîr derketî ne, yên mane hemû jî sûcdar in.”