Demîrtaş: Dengê ku Tirkiyeyê biguherîne dibe ku yê te be
Demîrtaş: Di vê hilbijartinê de ku welatê me xwe ji bo guhertin û rojên xweş amade dike, em li benda hewldan û alîkariya her welatiyekê/î ne.
Demîrtaş: Di vê hilbijartinê de ku welatê me xwe ji bo guhertin û rojên xweş amade dike, em li benda hewldan û alîkariya her welatiyekê/î ne.
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahttîn Demîrtaş bang li dengdêrên li derveyî welat kir. Demîrtaş bi rêya hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û ev bang kir: "Welatiyên me yên li derveyî welat dest bi dayina dengan kirine. Di vê hilbijartinê de ku welatê me xwe ji bo guhertin û rojên xweş amade dike, em li benda hewldan û alîkariya her welatiyekê/î ne. Dengê ku Tirkiyeyê biguherîne dibe ku yê te be. Bang li her kesî dikim ku dengê xwe bidin."
Demîrtaş di peyama xwe ya beriya vê de spasiya zaroka bi navê Nûjîn kiribû ku wêneyê wî xêz dikir. Demîrtaş wêneyê Nûjîn ku dema wêneyê wî xêz dikir hatibû kişandin, xêz û li ser wêne jî gotina "Spasiya wênevan Nûjîn dikim..." nivîsand.