Demîrtaş: Dema rabûna gelê Derya Reş hatiye,
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş bi rêveberên HDP’ê yên herêma Derya Reş re civiya. Demîrtaş destnîşan kir ku herêma Derya Reş ji bo têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiyeyê xwedî roleke pêşeng e.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş bi rêveberên HDP’ê yên herêma Derya Reş re civiya. Demîrtaş destnîşan kir ku herêma Derya Reş ji bo têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiyeyê xwedî roleke pêşeng e.
Demîrtaş da zanîn ku ew ê pirsgirêkên gelê Derya Reş vebêjin, bi bernameya xwe ya kedê pirsgirêkên wan çaerser bikin. Demîrtaş bersiv da daxuyaniya Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan ku ji bo Kurdan gotibû “Ma çi yê we kêm e?” û got: “Rast e li vî welatî ti nasnameyên ti bindestan ji te kêmtir nîn e. Tiştên te yên zêde hene. Pereyên te ji yên me zêdetir e, makîneyên te yên pere hejmartinê ji me zêdetir in.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Enqereyê bi rêveber û endamên HDP’ê û nûnerên saziyên sivîl herêma Derya Reş re civînek pêk anî.
Demîrtaş li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniyek da û têkildarî pirsgirêkên li bajarên Derya Reş û rojevê nirxandin kir.
'KESKATIYA AKP’Ê JI DOLARAN TÊ!'
Demîrtaş da zanîn ku li Tirkiyeyê krîzeke siyasî heye û mirov pêşeroja xwe bi guman in. Demîrtaş destnîşan kir ku ev 12-13 sal in hikûmeta AKP’ê hêviyên gelan dimije û desteka gel a ji bo xwe ji bo xwe weke rantê bikar tîne. Demîrtaş diyar kir ku AKP’ê tenê reng guhert û got: “Jixwe em fêrî vê yekê bibûn, di dîroka komarê de, di bin destê statukoyê de diperçiqîn. AKP’ê rengê vê yekê guhert, kir kesk. Rengê Kesk ê wan jî ji Dolaran tê."
HIQÛQA 'YÊN DENGÊ XWE NEDIN AKP'Ê DIJMIN IN'
Demîrtaş diyar kir ku AKP'ê kesên ku destekê nadin wan weke dijmin dihesibîne û ev rexne kir: ''Li qûnciknivîsên rojnamevanan binêrin, li televîzyonvanên bi pere dixebitin binêrin, hesta 'dengnedana AKP'ê xayinên welat in' derdixin pêş'' û destnîşan kir ku hikûmeta AKP' kesên ku dengê xwe nedin wan weke dijmin dibîne.
Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî gel, ol, bawerî û nasnameyên cuda û got: ''Jixwe her tim Îslamê weke amûrekî bikar tînin. Ti caran nekarîn polîtîka û gotineke rast a Îslamî bikar bînin. Melayê herî sexte jixwe serkêşê wan e. ''
Demîrtaş bersiv da daxuyaniya Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan ku ji bo Kurdan gotibû “Ma çi yê we kêm e?” û got: “Rast e li vî welatî ti nasnameyên ti bindestan ji te kêmtir nîn e. Tiştên te yên zêde hene. Pereyên te ji yên me zêdetir e, makîneyên te yên pere hejmartinê ji me zêdetir in. Mal û milkên we ji me zêdetir in. Hûn dibêjin ‘çi yê we kêm e’. Ger ev pirsgirêkê wê bê çareserkirin, em ê çareser bikin. Em ê pirsgirêka Kurd bi xwe çareser bikin. Em ê bi jiyaneke adil û wekhev çareser bikin.”
‘ÊDÎ DEM HATIYE KU ŞÊRÊ BIRÎNDAR RABE SER XWE’
Demîrtaş destnîşan kir ku herêma Derya Reş ji bo têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiyeyê xwedî roleke pêşeng e û got: “Êdî dema wê yekê hatiye ku ev şêrê birîndar rabe ser piyan." Demîrtaş bal kişand ser pirsgirêkên gelê Derya Reş û got ku heta niha jî gelê Derya Reş nikare bi xwe bihayê findiqan diyar bikin.
‘PKK'Ê DIKIN HINCETA HEJARIYÊ’
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser pirgirêka sektora masîvaniyê ya gelê Derya Reş û got: “Sê aliyên welêt bi avê hatiye dorpçêkirin, masiyên wê gelek zêde ne, lê di cîhanê de di warê masîvaniyê de ji sedê nîv e. Deryayên herî bi berhem ên cîhanê Derya Reş, Marmara û Ege ne, lê masîvanî tine ye. Çima? Ji ber ku verberhêner destûr nadin masîvaniya li Tirkiyeyê mezin bibe.” Demîrtaş da zanîn ku PKK'ê dikin hinceta hejariya li welêt.
Demîrtaş bal kişand ser çêkirina bendavan û projeyên HES’ê yên li gundên Derya Reş û diyar kir ku dixwazin bi çêkirina bi van HES û bendavan herêmê ji mirovan vala bikin.
Demîrtaş da zanîn ku ew ê pirsgirêkên gelê Derya Reş vebêjin, em ê bi bernameya xwe ya kedê pirsgirêkên wan çareser bikin.