Demîrtaş: DAIŞ li KÎlîsê dide deng ji te nayê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di kongreya partiya xwe ya li Îzmîrê de axivî, ji Serokkomarê Tirk Erdogan re got, “Ev çend car in DAIŞ li Kîlîsê dide, lê deng ji te nayê” û wiha pirsî: “Gelo ji ber xwedîkirinên te ne?”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di kongreya partiya xwe ya li Îzmîrê de axivî,  ji Serokkomarê Tirk Erdogan re got, “Ev çend car in DAIŞ li Kîlîsê dide, lê deng ji te nayê” û wiha pirsî: “Gelo ji ber xwedîkirinên te ne?” Demîrtaş bi bîr xist ku ji ber li Cizîrê bi sedan ciwan hatin kuştin bi hezaran ciwanî berê xwe dan çiyê, wiha got: “We di 1980’î de xeletî kir. Em siyaseta demokratîk nîşan didin, ev rêya çiyê nîşan didin.” Demîrtaş destnîşan kir ku pêwîst e hesabê Qirkirina Ermanan bê pirsîn.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Îzmîrê, kongreya xwe ya awarte bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ve li Navenda Kongre ya Tepekûle li dar xist. Di kongreyê de nameyên Hevserokên girtî yên HDP’a Bajêr Cavît Ûgûr û Dîlek Aykan hatin xwendin, Parlamenterê Îzmîrê Muslum Dogan diyar kir kul i welêt rewşek awarte tê jiyîn, bi bîr xist ku li erdnîgariya Kurdan mirov têne qetilkirin û rastî qirkirinên siyasî tên.

‘BILA JÊ RE BIBE DERD’

Hevberdevkê HDK’ê û Parlamenterê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu jî got AKP’a hilweşiyayî derbeyek pêk aniye, wiha dewam kir: “Ji me re bû derd me pêşî li derbeya wî negirt, bila ji wî re jî bibe derd, emê derbeya wî bi ser serê wî de hilweşînin.”

Kurkçu bang li tevahî beşên civakê kir ku bi HDP’ê re xwedî li siberojê derkevin.

‘HESABPIRSÎNA QIRKIRINA ERMENIYAN’

Piştre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî, diyar kir ku di salvegera qirkirina Ermana de vê kongreya xwe li dar dixin, wiha anî ziman: “101 sal beriya îro, roja destpêka Qirkirina Ermenan e. Û 101 sal in, bi gotina Hrant Dînk, Ermen hewl didin li ser vê axê kuştina xwe îspat bikin. Kurd li vê axê hewl didin hebûna xwe îspat bikin. Polîtîkayên yekperest êşên mezin dan gelên me.” Demîrtaş got qirkirina Ermanan hesabpirsînekê heq dike.

‘ROJAVA CAREKE DIN JI ROJHILAT BÊ AGAHÎ YE’

Demîrtaş diyar kir ku li beşek welat şerên dijwar diqewimin, beşa din a welat jî wek salên 1990’î bê agahî ye, wiha dewam kir: “Niha em di sala 2016’an de ne, ewqasî derfetên ragihandinê hene, êdî ne mimkûn  e ku ti tişt bêne veşartin. Lê, yên li rojava hê jî bê agahî ne. Komek mirovên bi wijdan hewl didin wehşeta li aliyekî welat ji rojavayê welat re ragihîne.”

 ‘DIKIN QEHREMAN ÎLAN BIKIN’

Demîrtaş berpirsên qetlîaman nîşan da, wiha pê de çû: “Hema hema dikin berpirsên qetlîaman qehreman îlan bikin. Eger em li hember kiryarên îro bêdeng bimînin, wek bûyerên li Cizîr, Nisêbînê pêk nehatine bijîn, em ê çawa karibin xwişk û biratiya gelên Kurd-Tirk biparêzin? Em ê zehmetiyan bikşînin. Li vir manîpulasyonek medyayê heye. Hema çi tê kirin, komek her tim hewl dide HDP’ê tewanbar bike heye. “

 ‘DIVÊ EM RASTIYAN VEBÊJIN’

Demîrtaş da xuyakirin ku tevî operasyonên qirkirina siyasî jî wê wek HDP’ê her tim rastiyan vebêjin, wiha anî ziman: “Em wek ciwan, jin, tevahî heval divê em ji îro û şûn de mal bi mal li Îzmîrê bigerin. Divê em rastiyan vebêjin. Em ji bo berjewendiyên hevpar ên welêt têdikoşin. Tenê yê li ber xwe dide em mane. Em bi serbilindî li ser piyan in. Tiştên ku herî jê ditirsin em dibêjin. Em dibêjin aştî.”

‘NAVÊ VÊ TERORA HIKÛMETÊ YE’

Demîrtaş diyar kir ku AKP’ê li dijî HDP’ê dewlet û darazê li pişt xwe girtiye û êrîş dike. Demîrtaş wiha axivî: “Dema ku ti li gel min têkoşînê dikî dozger bi kar tînî. Di destê min de dadgeh, dozger û polîs nîne. Ti dadegehê dixî nava komîsyona Hiqûqa AKP’ê û dixwazî me tine bikî. Navê vê terora hikûmetê ye. Li hemer azadiya îfadeyê, kelemê herî asteng AKP bi xwe ye. Nûnermend, rojnamevan her roj di nava zextan de ne. Heta gelek hunermend ji kar hatin dûrxistin.

LISTIKA DESTLÊNEDAYÎNÊ DILÎZE’

Demîrtaş bal kişand ser destlênedayînê jî û wiha got: “Hiqûqê ji bo destkeftiyên xwe yên qirêj bi kar tîne û niha lîstoka destlênedayînê dilîze. Em têkildarî destlênedayînê nêzîkatiyên xwe yên demên hilbijartinê hê jî didomînin. Her sê partiyên din jî berevajî hilbijartinê tevdigerin. Em dibêjin bila destlênedayîn rabe, em dibêjin bila tenê destlênedayîna kursiyê hebin. Em dibêjin destlênedayîna daraz jî, leşker û polîs jî divê hebe, lê vê napejirînin. Ji ber ku dosyayên me yên destlênedayînê girêdayî axaftinê me ne, lê yên wan sûcê edlî ne, dizî û nelirêtiye ne.”

 ‘AKP NE PARTIYEK SIYASI YE TERÎQATEKE JIRÊDERKETÎ’

Demîrtaş da xuyakirin ku AKP  terîqateke jirêderketî ye û wiha anî ziman: “Li pêşberî me partiyek siaysî nîne. Xweziya AKP partiyeke siyasî bûya. Di qada siyasî de têkoşîn wê me pir kêfxweş bikira. Li gorî van terîqatvanan destdirêjkirina zarokan asayî ye. Ruşwet girtin, dizîkirin asayî ye. Yên ku van karan dikin mirov nikare sûcdar bike. Li gorî van terîqatiyên tarî weke DAÎŞ’ê, jinan di sûkên bazirganiyê de firotin asayî ye. Li gorî van terîqatan êşkencekirina li cenazeyan û cenazeyên jinan tazîkirin û tehşîrkirin asayî ye.”

‘EV CARA ÇENDAN E KU DAÎŞ LI KILÎSÊ DIXE, DENGÊ TE DER NAKEVE’

Demîrtaş bal kişand ku ev çend car in DAÎŞ bi roketan li Kilîsê dixe û wiha axivî: “Nabêjin DAÎŞ’ê bi roketan li Kilîsê dixin. Dibêjin roket li Kilîsê ketin. Wisa xuya dikin ku roket ji esmanan dibarin. Li gorî AKP’ê ev ne rêxistinên terorê ne, lê PYD a ku ji Sûriyeyê tenê kevirek jî navêtiye Tirkiyeyê ew rêxistinek terorê ye. Li Kilîsê welatî hatine nuqteya îsyankirinê. Yê li Qesrê, ev cara çendan e ku DAÎŞ li Kilîsê dide dengê te dernakeve. Gelo ji ber DAIŞ’ê xwedîkirinên te ne? Ew ê ku alîkarî dide wan tu yî. Te ev tev li serê cîhanê kir bela.”

HESABÊ KOÇBERAN DI SERÊ WÎ DE...

Demîrtaş qala koçberan jî kir û ev tişt anî ziman: “Bi rêya van re hemû welatiyên Sûriyeyê bûn koçber. Hesabê di serê wan de çiqas koçberan li xaka xwe de kom bike,wisa difikire ku ewqas xwe mafdar dibîne mudaxeleyî xaka Sûriyeyê bike. Xala duyemîn jî; koçberên Sûriyeyî yên ku tînin van deran li kampên koçberan rêxistin dikin, zarokên wan dikin bombeyên zindî. Dîsa li hember Ewropa weke şantajekê bi kar tîne. Bi sed hezaran li sînorên Yewnanîstan- Bûlgarîstanê zevft kiriye. Tirajediya ku li behra Egeyê dît û rêxistin kir. Ji ber ku Yekîtiya Ewropa neçarî Qesrê bikin. Niha jî ji bo nifûsa demografîk ketiye nav hewldanan.

‘EM SIYASETÊ EW RÊYA ÇIYA DIDIN NIŞANDAN’

Demîrtaş bal kişand ser axaftinên demokrasiyê yên Davûtoglû û wiha dewam kir: “Mele Ehmedê bê cube dibêje ku ‘Welatê me di aliyê demokrasiyê de lûtkeyê dijî.’ Ev hostayên derewan in. We li Cizîrê bi sedan ciwanên Zanîngehê qetil kirin. Bi hezaran ciwan derketin çiyayan. Di sala 1980’î de we şaşîtî kir. Em rêya siyaseta demokratîk nişan didin, ev rêya çiya nişan didin.” 

BANGA 1’Ê GULANÊ

Demîrtaş herî dawî ji bo 1’ê Gulanê bang kir, got ku bi sed hezaran, bi kedkaran re aştiyê qîr bikin û pêwîst e karker bibêjin “Em ne kole ne.” Demîrtaş herî dawî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hê jî hêvî bi dawî nebûye, ji ber ku HDP heye.”