Demîrtaş bi Fule û Schulz re tê cem hev

Demîrtaş bi Fule û Schulz re tê cem hev

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo gelek hevdîtinên dîplomatîk pêk bîne, diçe paytexta Bruksel a Belçîkayê.

Li gorî agahiyên ku Navenda Giştî ya BDP’ê daye Demîrtaş îşev li Brukselê bi komîserê Komîsysona YE’yê Stefan Fule re tên cem hev û di hevdînê de dê li ser geşedanên dawî yên Tirkyeyê û herêmê nîqaşan bikin.

Demîrtaş di 29’ê Gulanê de di bernameya hevdîtinê  ya ku pêk bîne de dê bi serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schulz,  hevserokê komîsyona Parlamentoya Tevlihev ya YE-Tirkiyeyê Hêlêne Flautre û encamê şopandinê yên BDP’ê nûnerên Partiya Sosyalîst a Ewropayê re dê hevdîtinan bike.

Di seranserê bernameyê de dê nûnerên Buroya Brukselê yê BDP’ê Eyyup Doru ligel Demîrtaş biçe hevdîtinan.