Demîrtaş: Bêyî Ocalan nabe!

Siyasetmedarê Kurd ê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş, li dijî tecrîda giran a li Îmraliyê û li ser berxwedana Leyla Guven hin pêşniyar kir û got, "Bêyî Ocalan nabe."

Hevserokê berê yê HDP'ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş, li ser berxwedana Leyla Guven ji rojnameya Yenî Yaşamê re nivîsî.

'DIVÊ EM BIKIN KU ÇALAKIYA GUVEN BI SER BIKEVE'

Demîrtaş bi bîr xist, ku Leyla Guven 54 roj in di greva birçîbûnê de ye û got, "Tevî ku hatiye hilbijartin û bûye parlamenter, bi rengekî ne qanûnî li Girtîgeha Amedê dîl tê girtin. Birêz Guven bi daxwazeke rewa û mafdar dest bi greva birçîbûnê kiriye."

Demîrtaş diyar kir, helwesta Guven beriya her tiştî helwesteke bi rûmet û cihê rêzdariyê ye û got, "Ji bo parastina mafê jiyanê yê hevala xwe, ya ku dikeve ser milê me ew e ku bi xurtî û biryardarî li pişt daxwaza wê ya mafdar bisekinin û bikin ku tavilê encam bi dest bikeve."

ÇI DIKARE BÊ KIRIN?

Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku Guven balê dikişîne ser şert û mercên li Îmraliyê ku bingeha zext û zordariya heyî ye û wiha dewam kir: "Birêz Ocalan, bi taybetî di pêvajoya çareseriyê de bi nêzîkatiyên xwe yên aştiyane, bi pêşniyarên xwe yên maqûl û îradeya xwe ya ji dil, kir ku civaka Tirkiyeyê pê bawer û piştrast be. Lê belê ji ber pêvajoya hate têkbirin û serdemên giran ên piştî wê rû dan, ev hemû hatin jibîrkirin. Ya ku dive ser milê siyaseta demokratîk, civaka sivîl, çapemenî û gelê me ew e ku bi rê û rêbazên rast, bi ziman û uslûbekî di cih de vê yekê bînin bîra raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê.

Yanî divê baş were vegotin bê daxwaza Birêz Leyla Guven çima girîng e, çima ne tenê meseleya wê ye, çima meseleya welatiyên ji Derya Reş heta Egeyê, ji Marmarayê heta Rojhilat û Akdenîzê ye. Ji bo vê jî girîng e kampanyayên berfireh bên plankirin û hemû derfet bên bikaranîn."

Demîrtaş li gel civîn, semîner û konferansan her wiha pêşniyar kir ku rapor û broşur li ser rola Birêz Ocalan a dema bihurî ya erênî de bêna madekirin û rêbazên encamgir û bi bandor werin bikaranîn.

'RÊYA HERÎ RAST, OCALAN E'

Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist, çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di heman demê de derfetên pêngaveke nû jî bi xwe re tîne û wiha dewam kir: "Desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser Sûriye û Rojava atmosfereke welê diafirîne, mîna ku ji bilî destwerdana leşkerî û şer alternatîfeke din nîne. Li dijî vê nêzîkatiyê divê em bi dengekî bilind bêjin, 'Nexêr, alternatîfeke din jî heye. Rêya herî maqûl û rast, Birêz Ocalan e."

Demîrtaş anî ziman, Ocalan di Pêvajoya Aştiyê ya Îmraliyê de ya 2013'an hemû dibetî, gef û metirsî dît û li Rojhilata Navîn pêşniyara yekîtiyeke stratejîk û aştiya Tirk-Kurd a nû pêşniyar kir. Demîrtaş got, "Eger pêşniyarên wî yên rast û maqûl li ber çavan bihatina girtin, ne li hundir, ne jî li derve ewqasî êş nedihatin kişandin.

Niha nîqaş li ser wê tê kirin ku li şûna DYE'yê kîjan hêz wê bi cih bibe. Ev yek çareseriyeke mayinde bi xwe re nîne. Eger li wê derê valahiyek derkeve, divê tifaqa gelan a stratejîk wê valahiyê dagire."

'DEM DEMA WÊ YE'

Demîrtaş ragihand, dem hatiye ku guh bidin dengê Leyla Guven, li ser bingeha vê daxwazê pêngavek bê destpêkirin û siyaseta vê bê meşandin. Demîrtaş got, "Dewlet û hikumet ji me baştir dizane bê hêza siyasî ya Birêz Ocalan çi ye. Ji xwe sedema tecrîdê jî ev e. Wê çaxê divê mirov xwe teslîmî zîhniyeta şerxwaz, siyaseta fetisandin û dîlgirtinê nekin."

'BÊYÎ OCALAN NABE, Û HEW'

Demîrtaş di dawiya nivîsa xwe de bal kişand ser vê xalê: "Herî dawî mirov dikare bê gotin: Çima Ocalan, çima ne yekî din? Wê çaxê ji wan re bêjin: Aştî bi lîderiyên damezrîner, di nava pêvajoyên dîrokî de ava dibin. Li nava gel û siyasetê, li nava hevsengiyên hêzê yên navneteweyî bersiva xwe hene. Ne kes dikare vê rastiyê jinedîtî ve bê, ne jî biguherîne. Hewldana afirandina alternatîfa lîderiyên bi vî rengî, hewldaneke pûç e. Dişibe wê yekê ku ji bo li kêleka Agirî çiyayekî din ê Agirî bê çêkirin, îhale ji TOKÎ re were dayin. Ji xwe Birêz Ocalan ji ber lêgerînên xwe yên aştiyê yên jis ala 1993'an û vir ve didomîne, xwedî danehevî, tecrûbe û ji dil e. Pirsgirêke ew e ku divê pêşhikum bên hilweşandin û li şûna wê aqil bikeve dewrê. Em, yanî rêxistinên siyasî HDP, HDK, KCD, DBP, di avakirina aştiyê de dikarin bi rola xwe rabin. Lê belê lîderê damezrîner ê aştiyê tiştekî din e. Ji ber vê yekê, bêyî Ocalan nabe, û hew."