Demîrtaş: Berpirsyarê bombeyan AKP ye

Demîrtaş got, "Berpirsyarê siyasî yê bombeyên tên teqandin, AKP ye. Divê hesab bide gel."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji ber zêdebûna operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Demîrtaş, ku duh êvarê gihîşt HDP'ê bi vî rengî ye:

"Di dema dawî de, operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî rêveberên bajar û navçeyan, parlamenter û endamên HDP'ê zêde bûne. Beriya her tiştî divê were zanîn, ku ev binçavkirin û girtin, hiqûqî nîne. Pêwîste hevalên me bên berdan.

Desthilatdarî bi operasyona li dijî HDP'ê re dixwaze xwe ji rewşa tengav rizgar bike. Em destûrê nadin, ku berpirsyariyê bixin stuyê me. Em vê qebûl jî nakin.

Desthilatdariya AKP'ê, ku me hedef nîşan dide û bi girtin û binçavkirina endamên me re dibêje 'kiryar hatine girtin', bila berpirsyariya me îspat bike ku em jî di cih de îstifa bikin.

AKP berpirsyarê siyasî yê bombeyên tên teqandin e. Divê hesab bide gel. Hem li parlamentê hem jî li her cihî, divê hesab bide. Yên ku welêt bi vî rengî bi rê ve dibin, ew in.

Em bi awayî xurt, di siyaseta demokratîk de israr dikin. Bi siyaseta demokratîk pirsgirêk çareser dibin. Lazim e siyasetmedar Meclîsê bidin xebitandin û çareseriyê bafirînin. Bi pûçkirina Meclîsê re pirsgirêk çareser nabin.

Siyaseta demokratîk û aştî rêya me ye. Em di vê mijarê de bi israr in. Em ê ji vê helwesta xwe tawîzê nedin."