Demîrtaş li kongreya DBP'ê peyivî û got, "Bêguman gelê Kurd wê teslîmî siyaseta tekparêziyê nebe. Em ê paş de gav navêjin. Em ê siberoja xwe bi destê xwe ava bikin." Demîrtaş işaret bi girîngiya hişyariyên Ocalan kir.
4. Kongreya Awarte ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) dewam dike.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li kongreyê axivî û işaret bi van xusûsan kir:
"Tevî ku zêdeyî sed endamên Meclîsa Partiyê hatine girtin an jî li derveyî siyasetê hatine kuştin, tevî zextên di asta mirinê de lê tê kirin jî DBP siyasetê dike. Di vê sedsalê de jiyana li Tirkiyeyê, li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn wê bi çi rengî be? Em hewl didin vê vebêjin. Ji aliyê Tirkiyeyê ve ev pirs zelal e. Hûn dibêjin Kurd hene, nayên înkarkirin. Hûn dibêjin me polîtîkayên înkarê xistin bin piyên xwe. Wê çaxê pirsgirêk çi ye? Ev gel wê li ser xaka xwe çawa bijî? Eger bersiv ji vê pirsê re neyê dayîn çareserî jî nabe. Di tifaqa îro ya milî de eger wê 'bêstatutiyê li ser me Kurdan ferz bikin' wê demê ev çareserî nîne. Eger firsenda jiyana bi hev re baş neyê nirxandin, bêguman wê gelê Kurd teslîmî siyaseta tekparêziyê nebe. Nîqaşa di vir de tê kirin, nîqaşa parçebûnê nîne. Nîqaşa li ser demokrasî û azadiyê ye.
Eger li ser her kesên feraseta tekparêziyê qebûl nakin nêzîkatiya 'Ya hûnê serî bitewînin, yan jî serî bidin' were ferzkirin, hingî ev yek wê were wateya polîtîkaya komkujiyê. Ev yek nîşanî me dide ku hişyariya 'Eger jiyaneke bi hev re nebe, wê karesat derkevin pêşiya me' ya Birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de bi biryardarî hewl dida vebêje, çiqasî rast e. Li aliyekî kesek heye ku di nava hucreyeke ji 12 metreçargoşeyî de bi şev û roj li ser rawestandina şer disekine, li aliyê din jî şexsek heye ku ji bo bibe 'serok' li ser rê û rêbazên hîn bêhtir rijandina xwînê disekine.
'EM Ê BI TI AWAYÎ PAŞ DE GAVÊ NAVÊJIN'
Bi înkarkirina Kurdan ti pirsgirêk çareser nebûye. Min duh jî got: Ji me dixwazin em bibin Kurdên di guldankê de şîn dibe. Di nava partiya wan de mînakên bi vî rengî hene. Kulîlkên plastîk. Dixwazin em jî bibin mîna wan. Lê belê di wir de rûmet nîne. Ji ber ku em li dijî vê derdikevin, dixwazin berdêlê bi me bidin dayîn.
Hevalê me Kamûran ji ber vê yekê girtin. Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr ji ber vê yekê şehîd ketin. Em ê ji dayîna vê berdêlê nerevin. Dîrok bi rengekî din nayê nivîsandin. Li hemberî me ferasetek welê heye, ku diyalog û muzakereyê weke xiyaneta li welêt dibîne. Em ne mecbûr in li ber wan bigerin. Em ê siberoja xwe bi destê xwe ava bikin. Berdêl wê giran be, lê encam jî wê serketin be. Em mafdar in, li hemberî tevahiya cîhanê çeka me ya herî mezin jî ev e. Me gundên kesî ne şewitandin û bi mîlyonan mirov sirgûn nekirin. Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Em dixwazin maf û hiqûqa me bê qebûlkirin."
"Kongreya Berxwedanê" bi axaftina mêvanan dewam dike.