Demîrtaş: Alîkarî ji nava dewletê neyê girtin çalakiyên bi vî awayî nikarin lidar bixin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş di konê sersaxiyê yên 51 kesên ku di qetlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dayî de axivî û diyar kir ku alîakarî ji nava dewletê neyê girtin çalakiyên bi vî awayî nikarin li dar bixin.

Li Dîlokê di êrîşa xwekujî ya dûh şev di xinarêjiyê de ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li taxa ku piranî Kurd lê dijî hate lidarxistin de, di encamê de 51 kesan jiyana xwe ji dest da. Îro cenazeyê 43 kesan bi merasîmekî bi dirûşmê “Şehîd Namirin” û “ Bijî Serok Apo” ve hatin veşartin. Kar û barê otopsiyê yê cenazeyê 8 kesan hê jî didome.

Piştî definkirina cenazeyan a li Goristan Yeşîlkentê, ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane ‘Çerxa Şoreşê’ hate xwendin. Piştre girseyê berê xwe dan konê sersaxiyê yê ku li Taxa Baybehçe a li navçeya Şahînbey hatî danîn ve ketin rê.

Beriya biçin konê sersaxiyê bi hatina Hevserok Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş destpêkê çûn Rêxistina DBP’ê ya navçea Şahînbey. Hevserokên HDP, KCD, DBP û parlementerên HDP’ê û berdevkên KJA’yê hem beşdarî merasîma cenaze bûn hem jî çûn konê sersaxiyê.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, piştî komkujiya li Dîlokê pêk hat û 52 kesan jiyan xwe ji dest da, mala şînê ya li Taxa Beybahçe ya Şahînbeyê ziyaret kir. Demirtaş, di ziyaretê de sersaxî ji malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane re xwest û şifa ji birîndaran re xwest. Demîrtaş, anî ziman ku dixwaze kurdan bi riya DAIŞ'ê bînin rê, lê tu carî nikarin têkoşîna gelê kurd têk bibin û wiha got: "Ji ber li ser vê axê her dem komkujî pêk hatine, li ser vê axê ji av û petrolê bêtir xwîn heye. Bi hezaran salanin beg, împarator û kral li ser vê axê şerê desthiladariyê dikin û hêj didome. Ya pêdiviya me pê heye ne şer û xwîn e. Ya pêdiviya me pê heye azadî, edalet û wekhevî ye. Ji ber gelê kurd, li ziman, nasname, bawerî û azadiya xwe xwedî derdikeve dixwaze bi êrîşên DAIŞ'ê çavtirsandî bike. Dixwazin kurd û tirk, elewî û sunnî têkevin qirika hev. Dixwazin şerê navxweşî pêk bînin. Li Stenbol, Enqere û Amedê komkujî pêk anînk. Lê bi ser neketin. Di 15'ê Tîrmehê de hewldana darbeyê pêk anîn lê dîsa bi ser neketin. Em tu carî şer naxwazin. Em kesên ku li pey doza xwe ya mafdar û rewa têdikoşin.

Em dixwazin pirsgirêka xwe bi rêya diyalog û zagonan çareser bikin. Dixwazin piştî vê hovîtiya li Dîlokê şerê navxweyî bidin destpêkirin. Di vê pêvajoyê de herî zêde pêdiviya me bi aştiyê heye. Ger ku em aştiyê pêk bînin yên li vir bombe teqandin dê qehr bibin. Ev ne tenê şîna HDP'ê yê. Ev êşa hemû kesên bindest e."

Demîrtaş, bang li her kesî kir û xwest di nava piştevaniyê de bin û wiha pê de çû: “Ji beriya niha jî me bang kiribû, lê kesê guhdar nekir. Di nava dewletê de hêzek ji dewletê hê bi hêztir heye. Hûn dikarin bêjin parelelî ne, dibe ku navê wê her tişt be, lê ji beriya çenda salan me hişyarî kiribû. Her dema ku ji bo aştiyê dikevin nava teverê ev hêz ji bo astengkirina aştiyê dikevin dewreyê. Ji bo şer gur bikin şer derdixin. Ji bo derdor sor bike her tiştî dikin. Bi salane hûn hikûmet van xwedî dikin. Her ku me ev rexen kir dibêjin; ‘Dewlet ti kesê nakuje, dewlet êşkencê nake.’ Niha dikin. Li ser navê dewletê dikin. MÎT, Eminiye çavê xwe digirin. Kesên ku di nava artêşê de jî çavê xwe digirin. Li destê wan digirin û li mîtînga Amedê de di teqînin. Eger ku tû hikûmet ne li pişt van kiryayan bî keremke derxîne. Çawan bi hewldana darbeyê re te hemû binçav kirin, vê jî bi heman şêweyî derxîne. Bidin lêpirsînê. Çima qetlîama Pirsûsê nehatiye ronîkirin. Dozger çima dosyayê veşartî bi rêve dibe. Hûnê hesabên van bidin. Çima qetlîamên Enqere, Amed nayên ronîkirin. Eger ku hûn van kiryaran ronî nekin berpirsyariya siyasî li ser milê we dimîne. Eger ku Serokwerzîr bi rastî jî li pey demokratîkbûnê ye wê van bûyeran ronî bike.”

Demîrtaş her dawî wiha anî ziman: “Eger ku li Dîlokê zarokek biçûk xwe diteqîne ev nebiryara zaroke û ne jî karê zarokan e. Di nava dewletê de ji vir yan ji wir piştgirî yan alîkarî negire nikarin vê yekê bikin. Eger tu weke hikûmet li ser vê yekê nerawestî sibehê yan dusbe wê li nava meclîs bombe biteqin. Sibehê yan dusbehê wê paytext bi balafrinan bê bombekirin. Yan hûnê ji dewleta nav xwe de hesab bixwazin yan jî wê dest bi kuştin me hemûyan bikin. Hesp bixwazin em ê bi hev re hesab ji wan bixwazin. Em ê li gel we cih bigirin. Werin em bi hev re hesabên van hemû qetlîaman bi hev re bixwazin. Bi salane ev gel êşê dikişîne. Roj bê xwîn derbas nabe. Êdî bes e. Dest bidin destê hev vê pirsgirêkê çareser bikin. Nêzîkatiyê HDP’ê ev e. Tevî her tiştî peyamên aştiyê didin. Bilê êdî zarokên me neyên qetilkirin.”