Demîr: Stenbol aramî û demokrasiyê dixwaze
Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Esengul Demîr got; “Li Stenbolê gelek pirsgirêkên rantê hene lê ya herî lezin gel aramî û demokrasiyê dixwazin.”
Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Esengul Demîr got; “Li Stenbolê gelek pirsgirêkên rantê hene lê ya herî lezin gel aramî û demokrasiyê dixwazin.”
Sibê li Bakurê Kurdsitan û Tirkiyeyê gel ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê wê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Esengul Demîr têkildarî xebatên hilbijartinê got; “Li qadê xebatên hilbijartinê bi civînên li taxan, bi belavkirina belavokên hilbijartinê me dest pê kir. Wekîlên HDP’ê yên Stenbolê jî beşdarî xebatan bûn û stratejiya hilbijartinê ji gel re vegotin. Hinek caran vekirina buroyên hilbijartinê yên biçûk jî veguherîn mîtîngan.”
STRATEJIYA HILBIJARTINÊ JI ALIYÊ GEL VE HATE QEBÛL KIRIN
Esengul Demîr diyar kir ku taktîka hilbijartinê ya piralî gelek serî êşandibe jî tevî vêya bi wateya giştî ji aliyê gel ve hate qebûl kirin. Demîr bi domdarî got, tevî ku di çapemeniyê de amborgo jî heye lê bi rêya tevna civakê stratejî vegotine û girseya gel bi vekirî jî ev ferq kiriye.
JI BO EWLEHIYA HILBIJARTINÊ TEDBÎRAN DIGRIN
Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr qala ewlehiyên ji bo sindoqan jî kir û got; “Serî de ji bo ewlehiya sindogan xebatek me da meşandin. Li cihên ku em diçin hilbijartinê erkdarên sindoqan li wir hene, li wir pirsgirêk nîne lê li cihên ku em beşdarî hilbijartinê nebûne hevalên me yên ku weke muşahîd me şandine li wir hene. Ewlehiya sindoq û parastina dengê hilbijêran gelek girîng e û em ji bo vê xebatan dikin. Xebatên me yên ji bo hilbijartinê didomin.”
WELATÎ DIXWAZIN JIYAN ESAYÎ BIBE
Esengul Demîr got li gel xebatên hilbijartinê pirsgirêkên gel jî guhdar dikin û got; “Daxwazên hilbijêrên me ji xwe em dizanin. Ji derveyî me daxwazên ji hilbijêrên din jî tên hene.Welatî dixwazin jiyan asayî bibe. Welatî di rastiyê de aramî û demokrasiyê dixwazin. Yekane daxwaza welatiyan asayîbûna jiyanê ye.”
PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN DEMOKRASIYE
Demîr herî dawî got; “Bi taybet rant û betonkirin belavî hemû aliyên Stenbolê bûye û pirsgirêka herî bingehîn jî pirsgirêka demokrasiyê ye, pêdiviya me bi demokrasiyê heye, AKP krîzeke mezin a aboriyê aniye.”