Demîr: Bi piştevaniyê em ê zextan têk bibin

Kampanyaya Hevrêveberiya Weşanê ya Giştî ya Nobedar a bi mebesta piştevaniya li Ozgur Gundemê hat destpêkirin, li gel hemû zext û zordariyan û girtinan berdewam dike.

Edîtora ETHA’yê Arzu Demîr ku peywira rêveberiya giştî ya nobedariyê ya Rojnameya Ozgur Gundemê, li xwe girt, diyar kir ku rejîma AKP/Qesrê şert û mercên rojnamevaniyê ji holê rakirine û wiha got, "Li hemberî van zext û zordariyan bi piştevaniyê em ê li ber xwe bidin."

Rêveberê Giştî yê Weşanê îro bû edîtora Ajansa Nûçeyên Etkînê (ETHA) û nûçegihanê ANF’ê Arzû Demîr. Demîr ku bi edîtor û nûçegihanê rojnameyê re tevlî civîna rojane bû, got, divê her kes piştevanê Ozgur Gundemê be. Demîr bal kişande şerê ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê dest pê kirî û wiha got, ‘’ Rewşa çapemeniyê jî piştî vê pêvajoyê guherî. Em bi êrîşên giran re rû bi rû ne û dor li me hatiye pêçan. Li gel mafê agahdarbûna gel, azadiya çapemeniyê û şert û mercên pêkanîna karê rojnamegeriyê jî ji holê hatin rakirin. Qesrê li hemû rojnamegeran ferz kir ku bibin şêwirmendê çapemeniyê yê Qesrê. Ên ku ev nepejirandin jî zext û zordariyên siyasî û ekonomîk li wan hate kirin."

Demîr diyar kir ku bi piştevaniyê wê heq ji van êrîşan derkevin û got: ‘’Serdemên şer serdemê wiha ne ku hewl tê dayin rasteqînî ji holê were rakirin. Şebnen Korur Fîncanî ji ber ku  heqîqeta li jêrzemînên Cizîrê hatî jiyîn dît û nîşan da, hate girtin. Rojnameya Ozgur Gundemê ji ber ku heqîqetan digihîne gel zext li ser têne kirin. Lê belê li hemberî van pêkutiyan em ê li pişt hev rawestin û rajêrî Qesrê nebin.