DEM Partiyê serdana ÎHD'ê kir
DEM Partiyê di çarçoveya banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo de hevdîtin bi nûnerên ÎHD'ê re kir.
DEM Partiyê di çarçoveya banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo de hevdîtin bi nûnerên ÎHD'ê re kir.
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga dîrokî ya Rêber Apo hevdîtinên xwe yên bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re dewam dike.
Heyeta ji Alîkara Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ozlem Zengîn, Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Ozturk Turkdogan û parlamenter Mîthat Sancar, ji bo têkildarî pêvajoyê agahiyê bidin û nîqaşan bike, serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir.
Heyeta DEM Partiyê ji aliyê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban û rêveberên komeleyê ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtin li çapemeniyê girtî pêk hat.