DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê û têkoşîna wê

DEM Partiyê li hemberî betalkirina erka Rêveberiya Baroya Stenbolê nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê û têkoşîna wê.’’

BAROYA STENBOLÊ

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman:

‘’Baroya Stenbolê, rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşeke hewayî de hatin qetilkirin, anîn rojevê û daxwaza lêpirsîna vê bûyerê kir. Girêdayê vê daxwazê Baroya Stenbolê hedef hate girtin, derheqê wê de dozname û lêpirsîn hatin amadekirin û endamê desteya rêveberiya baroyê Parêzer Firat Epozdemîr hate girtin.

Baroya Stenbolê girêdayî hiqûqê mafê mirovan diparêze. Xwestiye derheqê sûcê hatî kirin de lêpirsîn were destpêkirin.

Doza derheqê Baroya Stenbolê de ku rûniştina wê di roja Newrozê de hate dîtin û bi lez û bez biryar hate dayîn, nîşan dide ku dê kiryarên antîdemokratîk berdewam bikin. Girtina biryareke di pêvajoyeke bi vî rengî de ku aşitî di rojevê de ye, li hemberî rêgezên hiqûqa demokratîk binpêkirinek e.

Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bi van kiryar û helwestan aşitî pêk nayê.

Em ê girêdayî ‘Banga Aşitî û Civaka Demokratîk’ ji bo aşitî û edaletê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.

Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê û têkoşîna wê’’