DEM Partî: Azad Bariş ne bi tenê ye

Di lêpirsîna li dijî Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû de, polîtîkaya ‘Lihevkirina Bajêr’ hate krîmînalîzekirin û Azad Bariş hate sûcdarkirin. Li dijî vê yekê DEM Partiyê daxuyaniyek da û got: “Azad Bariş ne bi tenê ye.”

DEM PARTÎ

Di lêpirsîna li dijî Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû de navê Alîkarê berê yê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Azad Bariş jî derbas bû. Têkildarî vê yekê Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Azad Bariş ne bi tenê ye; hûn ê bi propagandaya reş û kûmpasê negihijin ti derê.”

Hat destnîşankirin ku operasyona li dijî Îmamoglû nehiqûqî ye û hat bilêvkirin ku 'Lihevkirina Bajêr' li ser daxwaz û bendewariyên civakê ji aliyê DEM Partiyê ve di pêvajoya hilbijartinê de ketiye meriyetê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya li dijî Azad Baraş, ‘Lihevkirina Bajêr’ hatiye sûcdarkirin.

DEM Partiyê anî ziman ku li dijî propagandaya navborî, têkoşîna hiqûqî girîng e û ev tişt hate gotin: “Azad Bariş ne bi tenê ye. Weke DEM Partî em ji raya giştî re radigîhinin ku em ê ti carî li dijî vê feraseta ku hewl dide îradeya gel asteng bike, serî netewînin.”