DEM-KURD: ÛETD a AKP'yî li pey provokasyonê ye

DEM-KURD, bang li gel kir ku neyên provokasyonên ÛETD de.

DEM-KURD’ê bang li gel kir ku neyên provokasyonên ÛETD'ê.

Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsre (DEM-KURD) diyar kir ku bi bûyerên 12’ê Îlonê yên di navbera rêxistinbûna AKP’ê ÛETD û Kurdistaniyan de li Bernê rû dan ti eleqeya wan nîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ÛETD’ya girêdayî AKP’ê, provokasyonan didomîne, dixwaze pêşveçûnan ber bi zemîneke pevçûna Kurd-Tirk ve bibe û wiha hat gotin:

'EM Ê 1’Ê MIJDARÊ BERSIVA XWE BIDIN’

"AKP’ya ku li Swîsreyê di hilbijartinan de têkçûneke mezin jiya, niha bûyerên li Bernê sor dike dixwaze potansiyela xwe bixe nav tevgerê. Li gelek deverên Swîsreyê nûçeyên ku tê gotin, li gelek deverên Swîsreyê êrîşên Kurdan didomin, hewl dide di nav girseyan de dijmintiyê pêş bixe û dengan bigire. Me hê duh lê pêşiya televîzyon û rojnameyên Swêdê diyar kir ku kî ji bûyerên Bernê berpirs be, em ê li hember wan têkoşîna xwe ya hiqûqî bimeşînin. Bila bê zanîn ku ji derveyî vê rebazê bi ti pêşveçûnên din re têkîliyên me tinene. Ji niha û pê ve berpirsê tevahî provokasyonan ÛETD’e ye. Em ê bersiva xwe di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bidin wan.”

DEM-KURD, gel û derdorên demokratîk hişyar kir ku bila neyên provokasyonan û wiha got: “Ji derveyî daxuyaniyên DEM-KURD’ê li ti bangawaziyên din guhdar nekin.”