Dem e ku alîgirên PDK’ê rexneyê li xwe bigirin

Desthilatdariya AKP'ê bi mêhtingeriya li ser Başûrê Kurdistanê û desteka siyasî ya PDK'ê li ser piyan ma. Niha ev desthilatdarî serkêşiya dijminatiya Kurdan dike. Hem PDK û hem jî dûvikên wê yên li Bakurê Kurdistanê divê xwe li pêşberî gel rexne bikin.

Li Başûrê Kurdistanê deriyên sînor jî ji Hikûmeta Navendî ya Iraqê re hatin hiştin. Piştî ku Kerkûk û bajarên din hatin dagirkirin, êdî mirov behsa dana dest Iraqê ya van deriyên sînor jî neke dibe. Lê belê, di vê dewrkirin û radestkirinê de helwesta dewleta Tirk hêja ye ku mirov pê dakeve. Desthilatdariya AKP'ê ya ku ne zêde, hîna beriya bi mehek û nîv, du mehan têkiliya herî baş, tifaq û dostê rêveberiya Başûrê Kurdistanê bû, niha veguheriye dijminê herî mezin ê Başûrê Kurdistanê. Ev yek bi tena serê xwe jî gelekî baş rave dike ka Başûrê Kurdistanê çawa hat vê qonaxê.

Bûyerên piştî referandûma 25´ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê bi rê ve çûyî qewimîn, encama siyaseta van 15 salên dawiyê ye. Dema ku em siyaseta rêveberiya PDK´ê û Başûrê Kurdistanê nebînin û van bûyerên dawiyê qewimî binirxînin, ev kêm bimîne; rastî wê bi temamî neyê dîtin. Ya ku rewşa niha ya nerênî afirandî, polîtîka û têkiliyên beriya niha ne. Siyaseta dewleta Tirk ya niha ya Başûrê Kurdistanê jî delîlê vê rastiyê ye, vê rastiyê piştrast dike.

Me bi salan bi israr got, desthilatdariya AKP´ê dijminê Kurdan e, têkiliyên ku PDK´ê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi AKP´ê danî, destekkirina dijminatiya Kurdan e. Der barê vê mijarê de me PDK û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hişyar kir. Lê belê dev ji van têkiliyên kirêt ên bi AKP´ê re bernedan. PDK´ê bi salan destûr da ku wê bi kar bînin. Dema ku desthilatdariya AKP´ê amûrên din peyde kirin ji bo ku li dijî PKK´ê û Tevgera Rizgariya Kurd bi kar bîne, hingê dijminatiya xwe ya Başûrê Kurdistanê derxist meydanê. Ji xwe, bi caran gotin, em ê şaşiya me li Bakurê Iraqê kir, li Bakurê Sûriyê nekin. Niha "şaşiya xwe ya li Bakurê Iraqê kirî", sererast dikin.

Beriya niha bi caran hatiye gotin, peywendiyên PDK´ê bi Tirkiyeyê re bi pêş xistî, zerareke mezin didin Kurdan, ev peywendiyên PDK´ê wê di dîrokê de werin dadgehkirin. Wekî din hatibû îfadekirin ku ev têkilî wê siberojê herî zêde zerarê li PDK´ê bi xwe bike. Hatibû gotin, Tirkiye eger keysa xwe lê bîne, wê bixwaze ku wê sererast bike. Û ji xwe bi referandûmê re keysa xwe lê anî û derba herî mezin li destketiyên Başûrê Kurdistanê xist. Vê rastiyê rûyê rastî yê desthilatdariya AKP´ê jî bi awayê herî eşkere raxist ber çavan.

Dijminatiya PDK´ê ya li dijî PKK´ê kir ku PDK bikeve nava xefleteke bi vî rengî dîrokî. Heta êdî niha têkiliya PDK û AKP´ê weke xiyanetê tê nirxandin. Ji ber ku vê siyasetê kir ku Başûrê Kurdistanê bikeve vê rewşê. PDK bi AKP´ê re kete têkiliyeke ewçendê xafil ku wê dema li Bakurê Kurdistanê bajar dihatin şewitandin û rûxandin, wê aliyê AKP´ê girt. Gelê Kurd ê li ber xwe dida, gunehbar kir. Li şûna ku sedema êrişan di dijminatiya Kurdan a AKP´ê de bibînin, bahaneyên AKP´ê yên êrişê parastin. Di dema herî zehmet a xelkê Bakurê Kurdistanê de li cem gelê Kurd cihê xwe negirt. Bi siyaset û helwêsta xwe xwest ku mêhtingerên qirrker bi ser kevin. Di wê demê de ku bajarên Kurdan dihatin şewitandin û gel dixistin ber komkujiyan, jixwe hey PDK´ê destek neda gelê Kurd, lê bi ser de jî daxuyaniyeke van êrişan şermezar jî bike, neda.

Paralelî van siyasetên PDK´ê, hin kom û derdorên ev bi salan e ku destekê didin desthilatdariya AKP´ê, ji ber siyaseta wê ya piştî referandûmê rexne li AKP'ê girtin, gotin, AKP siyaseteke dijiminê Kurd dike. Ev gotarên bi vî rengî mikurhatina li xeflet heta xiyaneta heta îro ne. Hûn ê li hemberî zilm û komkujiyên AKP´ê yên li dijî Bakurê Kurdistanê bêdeng bimînin; hûn ê hêzê bidin desthilatdariya AKP´ê, paşê jî dema ku rûyê wê yê bi rastî eşkere derkete meydanê hûnê rexneyê lê bigirin! Ji bo ku maneyeke van rexneyan hebe, divê pêşî rexnelixwegirtineke cidî pêk bê. Heta ku ev komên Kurd bi awayekî cidî rexneyê li xwe negirin, nabe ku mirov wan cidî bigire. Heta rexnekirina AKP´ê wê xefletê jî mezintir bibin xefleteke din.

Her kes divê bi vê bizane: Başûrê Kurdistanê gihişt vê rewşê di encama siyasetên şaş ên bi salan. Îro mirov bibêje filanî wiha kiriye, bêvanî wisa kiriye, zêde manedar nîne. Ev ê bibin nirxandinên seresere. Ji van mirov ne digihîje encamekê û ne jî dibe xwedî tecrûbe. Siyasetên şaş ên bi salan divê bi wêrekî li meydanê bên danîn. Ne ku tenê peywendiyên li gel Tirkiye, Îran, Îsraîlê yan jî welatên din re daniyî, siyasetên li nava Başûrê Kurdistanê jî hatî birêvebirin, divê bikevin ber lêpirsînê û mirov bi wan dakeve.

PDK û partî û komên siyasî li Başûrê Kurdistanê, li şûna ku xwe bisipêrin miletê xwe, timî hêzên derve ji xwe re kirine palpişt. Li şûna ku milet bikin hêz û bijîn, tercîh kirin ku pişta xwe bi hêzên derve qewîn bikin. Têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji yekîtiya Kurdan û birêxistinbûna demokratîk a milet muhimtir hatin dîtin. Bi vî awayî civaka Kurd û bi giştî Kurd bê hêz û bê taqet hatin hiştin.

Dema ku li Başûrê Kurdistanê civaka Kurd bê hêz û bê taqet hiştin, bi pereyên petrolê û desteka siyasî deshilatdariya AKP´ê ya dijminê Kurd hat xurtkirin. Esas, desthilatdariya AKP´ê bi mehtingeriya li ser Başûrê Kurdistanê û desteka siyasî ya PDK´ê li ser piyan ma. Niha ev desthilatdarî serkêşiya dijminatiya Kurdan dike. Dema mirov bi vî awirî li meseleyê dinihêre, hingê divê hem PDK û hem jî dûvikên wê yên li Bakurê Kurdistanê û alîgirên wê li wir, xwe bi awayekî bi rêkûpêk rexne bikin li pêşberî milet. Ji ber ku bi tenê hingê dikarin siyaseteke rast bikin. Kesên ku ji bo rabihuriyê rexne li xwe negirtibin nikarin siyaseta rast bikin, heta ew ê siyasetên şaş û xefletê yên berê pirrcar bikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA