Delegasyona Navneteweyî: Divê dewleta Tirk tavilê vekişe

Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Azadî û Aştiyê li Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî astengiyên li Hewlêrê da û diyar kir ku ew ti partiyeke Kurd temsîl nakin, ew "enternasyonalîst" in. Delegasyonê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji herêmê vekişe.

Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Azadî û Aştiyê ya li Kurdistanê daxuyaniyek da û got, "Bi navê heyetek ji her deverên Ewropayê, em ji bo aştî û azadiyê hatin Kurdistanê."

JI 14 WELATAN 150 KES

Delegasyonê diyar kir ku weke siyasetmedar, akademîsyen, aktîvîstên mafên mirovan, sendîkavan, rojnamevan, femînîst û ekolojîstên ji 14 welatan, ji bo "çavdêriyê li rewşê bikin, ji bo dawî li şer û hilweşandinê bînin xwestin rabin ser piyan" û wiha dewam kir:

"Bi 150 kesî me xwest ku tevkariyê li diyaloga navbera aktorên siyasî yên Kurd bikin, diyalogê bi parlamenterên hemû partiyan re çêbikin û serdana saziyên civakî yên sivîl bikin.

Dagirkeriya artêşa Tirk binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye û bêguman nayê qebûlkirin. Cihê xemgîniyê ye ku civata dewletên navneteweyî di vê mijarê de bêdeng e, xemsar e û ji bo Tirkiye li gorî qanûnên navneteweyî û hiqûqa mafên mirovan tevbigere gavekê neavêje."

YÊN KU ME YÊ PÊ RE CIVÎN LI DAR BIXISTANA HATIN TEPISANDIN, VEKIŞIYAN

Delegasyonê diyar kir ku heyeta rêveberiya Kurd li pêşiya diyaloga wan a bi aktorên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bûne asteng û got, "Saziyên ku me plan dikir serdana wan bikin, hatin tepisandin û xwe ji civînên bi me re vekişandin. Beşeke mezin a heyetê nekarî bê Kurdistanê jî. Heta niha 25 kes ya hatin dersînorkirin, ya jî li ber dersînorkirinê ne. Her wiha li balafirgeha Dusseldorfê ya Elmanyayê herî kêm 27 kes hatin astengkirin ku biçin Kurdistanê."

'TI SEDEMEKE XWE YA REWA YA VÊ ZEXTÊ NÎNE'

Delegasyonê destnîşan kir ku sparteyeke hiqûqî ya van astengî û dersînorkirinan nîne û got, "Ti sedemeke rewa ya vê zexta li me tê kirin nîne."

Delegasyonê got, "Ji bo piştgiriya bi gelê Kurd û komên etnîkî û olî yên li Kurdistanê em li vir in" û wiha dewam kir:

'EM TI PARTIYEKE SIYASÎ TEMSÎL NAKIN'

"Em enternasyonalîstin û ti partiyeke Kurd an jî tevgereke siyasî temsîl nakin. Em li dij in ku Kurdistan ji aliyê dewletên derve ve bê mêtingehkirin. Em ne ji bo wê yekê li vir in ku li ber partiyeke Kurd rabin."

Delegasyonê destnîşan kir ku ev serdan têkildarî êrişkariya dewleta Tirk a li ser gelê xwecihî û ekosîstema herêmên Kurdan e û got, "Ev rewş xefikeke; fikar heye ku paşeroja Kurdan, aştî û paşeroja Rojhilata Navîn bixe nava xeteriyê, veguhere şerê çekdarî."

DIVÊ ARTÊŞA TIRK TAVILÊ VEKIŞE

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Daxwaza me ya lezgîn ew e ku Kurdan hemûyan di vê mijarê de hişyar bike, diyalogê bide çêkirin. Divê çareseriyeke siyasî bê peydakirin û helwest li dijî gefên ji derve bê nîşandan."

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:

1- Endamên heyetê yên hatine girtin, yan jî dersînorkirin hemû bên berdan û destûr ji wan re bê dayin ku tevlî yên mayî bibin.

2- Aktorên siyasî yên Kurd hemû diyalogê bi hev re çêbikin.

3- Em bang li saziyên mirovî û siyasî yên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin çareseriyeke aştiyane. Artêşa dewleta Tirk divê tavilê ji herêmê vekişe."