Deklarasyona HDP’ê: Em li dijî rejîma zalim bibin yek
HDP’ê deklarasyona kampanyaya ‘Destpêkê edalet’ eşkere kir. Di deklarasyonê de banga yekîtiya hêzê û xurtkirina têkoşînê hate kirin.
HDP’ê deklarasyona kampanyaya ‘Destpêkê edalet’ eşkere kir. Di deklarasyonê de banga yekîtiya hêzê û xurtkirina têkoşînê hate kirin.
Deklarasyona kampanyaya “Destpêkê edalet” a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve hat aşkerekirin. Deklarasyona bernameya têkoşîna HDP’ê ya ku ji bo avakirina edaleta civakî ku wê heya meha Hezîranê dewam bike, wiha ye:
“1-Pergala Hikumeta Serokkomariyê ya rejîma bêedaletî û newekheviyê ku bûye sedama krîzên aborî, civî û siyasî yên demek dirêj e li Tirkiyeyê dewam dike, li hemû qadên jiyanê belav bûye. Hilweşandin, bêçaresertî û xitimanên ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê hatiye avakirin, jiyana civakê xistiye nava zor û zehmetiyek mezin.
Êdî hişmendiya nelirêtiyê, cihêkariyê, cudakariyê, tundiyê, kîn û nefretê, gef û zayendparestiyê civakê ber bi du bendiyê ve dibe. Di bingeha hemû van hemû krîz, hilweşandin, zor û zehmetiyan de bêedaletî heye.
Civakek encex bi edaletê dikare hebe. Ger edalet tune be, civak jî tune dibe û welat ber bi hilweşandinê ve diçe. Çi dema ku edalet ji nava civak û jiyana siyasî bê rakirin, li şûna wê tenê pergala derew, talan û zilm dimîne. Îro pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgirêka bêedaletiyê ye.
Bêçaresertiya heyî, her roj êşên nû zêde dike. Duh salvegera hovîtiya bodrûmê li Cizîrê bû. Me Cizîr ji bîr nekiriye. Em bi vê wesîleyê, kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û ji bo ku carek din ew pêvajoya reş û tarî neyê jiyîn divê çareseriya demokratîk bê avakirin û têkoşîna ji bo edaletê bê mezin kirin. Em ê vê israra xwe di her qadê de dewam bikin.
2-Di navbera bêedaletî, îstîsmara aborî û xizantiyê de, girêdanbûnek mezin heye. Dabeşiya dahatuyê, her roja diçe mezintir dibe. Bacên ji gel tên komkirin, bi destê desthilatdariyê li alîgirên sermayeyê tên belavkirin. Ji ber vê yekê her roja diçe, çerxa talan û kedxwariyê girantir dizivire. Bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd 19) re bêedaletiya civakî mezintir bû. Kedkar hespî malê hatin kirin, bi mîlyonan karker ji karên xwe hatin avêtin û bi sedhezaran esnaf îflas kirin.
3-Desthilatdariya AKP û MHP ji bo ku rejîma xwe ya keyfî û bêedalet dewam bike, dixwaze bi temamî qada siyasî betal bike. Mînaka vê ya herî mezin jî rejîma qeyûm e. Dixwaze bi pergala dizîtiya siyasî rejîma qeyûm ava bike. Vê desthilatdariyê zelalî û kontrola di rêveberiya cemawerî de ji holê rakiriye û her tim bêedaletiyê hildiberîne.
4-Di qada daraz û hiqûqê de jî, bêedaletî û rizandinek mezin heye. Îro bêhiqûqî, zext û bêedaletî ya herî mezin bi destê dozger û dadgehan tê kirin. Pergala darazê li şûn hiqûqa gerdûnî mêze bike, li hiqûqa Qesrê mêze dike. Bi vê yekê dixwazin, pêşeroja vî welatî, mehkûmî bêedaletiyeke muebet bikin.
Pergala darazê ya ne serbixwe û alîgir, nirxên hiqûqî yên gerdûnî û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) tune dihesibîne. DMME ji Tirkiyeyê xwest ku Hevserokê me yê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bê berdan. Lê desthilatdariyê îlan kir ku ewê vê biryara DMME’yê bi cih neyîne. Qesrê bi vê îlankirina xwe ferman da darazê. Qesrên edaletê, êdî bûne nûnerên bêedaletiya Qesrê ku hemû fermanên wê bi cih tînin.”
5- Îqtîdara AKP-MHP’ê di nava hewldana tunekirina edaletê de ye ku ji kokê bibire. Dizane ku wê bi piştevanî û riza xelkê li ser piya bimîne. Ji ber vê jî her tim dubendî û zimanê nefretê dixe nava civakê. Di nava hewldana ku temenê xwe bi cebîr û tundiyê dirêj bike de ye. Zimanê nefretê yê dijminatiyê di serî de li dijî Kurdan ji bo tevahiya civakê bikar tîne û ev ziman li dijî nasname, bawerî, zayendî û çandan e.
Mafên gelê Kurd ên însanî û xwezayî wek çand, nasname, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û xweîfadekirina bi azadî tên desteserkirin. Dema gelê Kurd vê daxwaz dike jî dibe mijara cezakirinê. Rejîma qeyûman a bêhiqûqî û dij qanûnî ava kirine û ev rejîm mafê hilbijartin û hilbijêrên Kurdan desteser dike. Mafê demokrasiya xwecihî û xwerêvebirinê tê tunekirin. Rêveberiya yek zilamî di pirsgirêka Kurd de bêçareseriyê esas digire û bi siberoj û aramiya gelên Tirkiyê bi awayek talûke dileyîze. Pirsgirêka Kurd bêçareserî hatiye hiştin û krîza demokrasî û edaletê li her qadê kûr bûye. Krîzan zêde dikin û li ser vê jî bi polîtîkayên ewlekariyê dixwazin welat birêve bibin. Ev feraseta şerxwaz çareseriya demokratîk li pêşiya xwe astengiya herî mezin dibîne.
Yek ji qadên herî zêde ku bêedaletî lê diqewime jî qada azadiya bawerî û çandan e. Nexasim li dijî civaka Elewî ji dîrokê heta niha bêedaletî pêk tê û her ku diçe ji aliyê îqtîdarê ve bêdaletiyek nû derdikeve pêşiya elewiyan. Elewî ketine ber armanca zimanê nefretê û cihêkariyê. Daxwazên Elewiyan bêbersiv tên hiştin. Lê divê Elewîtî were nasîn.
Her wiha li aliyê din rejîma qeyûm ango sepana qeyûm çawa ku ji bo Kurdan rewa hat dîtin niha jî gav bi gav li ser şaredariyên muxalîf ên rojavayê Tirkiyeyê û zanîngehan tê sepandin. Çawa ku qeyûm li ser Zankoya Bogazîçiyê sepandin. Her wiha gav bi gav dê qeyûm deynin ser gelek sazî û dezgehên ku serê xwe ji îqtîdarê re natewînin. Yasaya danîna qeyûman a ser rêxistinên civakî jî di Meclîsê de hat pejirandin.
6- Li Girtîgehan her cûre îşkence û muamaleya dij mirovane bi awayek sîstematîk tê sepandin. Em qanûnan deynin aliyekî ev kirin ne li gorî nirxên ehlaq û wîjdanî ne. Însaniyetî û wîjdan û ehlaq tê binpêkirin. Îşkenceya tecrîd ku sûcek gerdûnî ye li ser birêz Ocalan ê li Zindana Îmraliyê û girtiyên din wek zextek siyasî tê sepandin û bikaranîn. Rapora CPT û biryarên Konseya Ewropayê bêhiqûqî, tecrîda girankirî tespît kirin. Greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dane destpêkirin di roja 74’emîn de ye. Dixwazin îşkence û lêgerîna tazî ya li zindanan û navendên destgîrkirinê bikin rewşek asayî. Bêedaletî û bêhiqûqiya mezin li vir dest pê dike. Li gel ku cezayên hin girtiyan qediyaye jî bi awayek kêfî nayên berdan.
7- Di serî de herî zêde jin bi bêdaletiyê re rûbirû dimînin. Kiryarên tundî û kuştinan tên parastin û jin jî her tim bi zext, tundî, girtin û qetilkirinê re hevrû dimînin. Ev yek nabe rojev jî. Bêedaletî û newekheviya aborî, siyasî û çandî adeta bûye ji rêzê. Jin bi feqîrî û bêkariyek giran re rûbirû ne û ev bêdaletiya aborî û keda jinan were dîtin jî nabe rojev.
Li aliyekî êrişên giran li ser jinan didomin li aliyekî jî îqtîdar dixwaze ji Peymana Stenbolê vekişe. Lê gotinên vekişînê bi serê xwe xetereyê derdixe. Sedemê zêdebûna tundiya zilaman a li ser jinan jî ew e ku îqtîdar ji têkoşîna jinan ditirse. Çimkî jin vê îqtîdarê dihejînin. Tu pergalek ku jin li dijî wê serî rakin wê temenê wê ne dirêj be.
8- Îktîdara AKP-MHP’ê bi polîtîkayên ku rê ve dibin ve dixwazin êrişî qadên jiyanê yên ciwanan bikin û ciwanan bênefes bihêlin. Ciwan li dijî îqtîdarê serê xwe natewînin. Îqtîdar ciwanan wek talûke û dijmin dibîne. Îqtîdar dixwaze ciwanan ji rexnekirinê, têkoşînê û parastina azadiyê û siyasetê dûr bixe. Ji bo vê yekê jî serî li her cûre rêbazî dide.
Bi KHK’iyan endamên hîndekariyê yên demokrat û muxalîf ji zanîngehan dûr dike. Zanîngeh û kampûsan bi polîsan dorpêç dike. Qeyûman tayînî ser zankoyan dike. Hin dîmenên vê yekê bêedaletiyê nîşan dide. Di şexsê xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê xwendekarên muxalîf ên zanîngehan kirine armanca xwe.
Yek ji pirsgirêka herî mezin a ciwan pê re rûbirû mane bêkarî ye. Îro hejmara bêkariya ciwanan xwe dispêre ji sedî 30’yî. Polîtîkaya îqtîdarê ya li dijî ciwanan, wan mehkûmî bêsiberojiyê dike. Ji ber vê yekê di destpêkê de ciwan bi bêedaletiyê re rûbirû mane.
Ev îqtîdar ji ciwanan ditirse. Bêhiqûqiya li dijî ciwanan ber bi cihek talûke ve diçe. Polîtîkayek çewisandinê ya sîstematîk di serî de li ser Ciwanên HDP’ê û tevahiya ciwanên muxalîf tê birêvebirin. Ciwan li zanîngehan, li kolanan bi destgîrkirin, zext û girtinan re rûbirû dimînin û îşkence û muameleya xerab li wan tê kirin. Ji bo ciwanan bikin sîxur wan destgîr dikin. Bi taybetî jinên ciwan bi tacîz û polîtîkaya bêîrade hiştinê re rûbirû mane.
9- Bêedaletiyên di qadên tenduristî û perwerdeyê de ji bo piraniya civakê de dibe sedema nebaweriyê. Çavkaniyên cemaweriyê nakevin xizmeta gel, kesên pereyên wan hene xizmeteke biqalîte ya tenduristî û perwerdeyê werdigirin. Pandemiyê vê pirgirêkê hê zêdetir bi zelalî derxist holê.
10- Yek ji qadên ku herî zêde pêkanînên ne bi edalet lê tên meşandin xweza ye. Çavkaniyên binerde pêşkêşî şîrketên alîgir tên kirin. Îmzenekirine Peyman Avhewayê ya Parîsê bêedatiya avhewa, xak û avê kûrtir dike.
Desthilat her ku dibine têk diçe, hartir dibe, tundî weke mifteya çareseriya pirsgirêkan tê dîtin, heqaret weke zimanê maqûl tê dîtin û bi vê atmosfereke bi xof tê avakirin. Ne pêkan e ku ev bêedaletî hê jî bê dirêjkirin. Ji bo rawestandina vê rewşê peywira herkese ku hesreta edaletê ye bingeha muzakere û diyalogê ava bike. Niha tam dema gotina destpêkê edaletê ye.
JI TÊKOŞÎNA EDALETÊ EM BANG DIKIN
Em ê bibin deng û bêhna lêgerîna edaletê. Em ê daxwazên edaletê yên ji bo her qadê, bikin bingeha têkoşîna xwe ya civakî û siyasî.
* Em ê têkoşînên li dijî bêkarî, xizanî, nelirêtî, bihabûn, kedxwariyê, talan û ferqa mezin a dahatê mezin bikin.
* Em ê li dijî cihêkarî, zimanê tundî û kînê û polîtîkayên dubendiyê li ber xwe bidin.
* Em ê ji bo ku gel û baweriyên cuda bawerî, maf, hiqûq, çand, nasname, zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî azad bijîn, têkoşîna xwe bibiryardarî bidomînin.
* Em ê têkoşîna xwe ya li dijî qirkirin, tundî û xizaniya jinan mezin bikin û bihêztir li Peymana Stenbolê xwedî derkevin.
* Em ê li dijî hemû polîtîkayên hovane yên li hemberî ciwanan rawestin.
* Em ê texrîbat û komkujiya xwezayê rawestînin.”