Dede: Êşkence li Hevşaredara me yê Colemêrgê hatiye kirin
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Umît Dede: Êşkence li Hevşaredara me yê Colemêrgê hate kirin û lêgerîna tazî li ser hatiye ferzkirin.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Umît Dede: Êşkence li Hevşaredara me yê Colemêrgê hate kirin û lêgerîna tazî li ser hatiye ferzkirin.
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Umît Dede derbare lêgerîna bi tazîtî û êşkenceya li ser girtiyan civîneke çapemeniyê lidar xist.
Dede diyar kir ku êşkence li Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû jî hatiye kirin.
Dede di civînê de got: “Îro sedema civîna me ya çapemeniyê ev e ku li ser Hevşaredara me ya Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû êşkenceya lêgerîna bi tazî hatiye kirin. Hevşaredara me Hatîpoglû piştî darizandina bi destê dozger û dadgerên FETO’yê 16 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn.
Hatîpoglû dema ji Girtîgeha Sîncanê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatiye kirin êşkenceya lêgerîna bi tazî li ser wê hatiye kirin. Ev êşkence û helwesta bêexlaqî di 12’ê mehê de pêk hatiye û em îro çûn serdana wê. Wê bi xwe jî diyar kir ku di têketina girtîgehê de gardiyanan xwestiye ew xwe tazî bike, dema ku Hatîpoglû ev helwesta wan qebûl nekiriye, sê gardiyanan li cihekî ku kamera nabîne, êşkence li wê kirine, hemû kincên wê derxistine.
Lêgerîna bi tazîtî derveyî wijdan e, derveyî exlaq e û ne meşrû ye. Piştî vê êşkenceya li ser Hatîpoglû rêveberiya girtîgehê derbarê Hatîpoglû lêpirsîn daye destpêkirin. Di hevdîtinê de Hatîpoglû diyar kiriye ku nexweşiyên vertîgo û bûrsîtê lê peyda bûne.
TECRÎDA LI SER ÎMRALIYÊ
Wekî ku hûn jî dizanin li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê heye. Ji ber êşkenceya lêgerîna bi tazîtî û binpêkirina mafên mirovan ev grevên birçîbûnê pêk tên. Divê ev kirinên derhiqûqî werin bidawîkirin û daxwazên girtiyan were qebûlkirin. Tecrîda 22 sal in li ser Girtîgeha Îmraliyê didome jî ji bo hemû girtiyan gefeke mezin e. Ji ber vê jî divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.”