Dê sibe 59 kesan veguhêzin edliyeyê

Dê sibe 59 kesan veguhêzin edliyeyê

Çav lê ye ku, 59 endamên SDP’ê yên hatine binçavkirin sibe veguhêzin edliyeyê. 13 zarokên ku beriya vê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Ji 72 kesên di encama êrîşa bombeyên gazê ya polîsan ya li ser avahiya Partiya Demokrasî û Sosyalîst (SDP) hatibûn binçavkirin, hêjan 59 kes li Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê tên ragirtin.

13 zarokên ku beriya vê hatibûn binçavkirin, duh serbest hatibûn berdan. Çav lê ye ku 59 kesan derxînin Edliyeya Çaglayanê.