DCN’ê biryara xwe ya Mavî Marmarayê aşkera kir
DCN’ê biryara xwe ya Mavî Marmarayê aşkera kir
DCN’ê biryara xwe ya Mavî Marmarayê aşkera kir
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, serlêdana mexdûrên Mavî Marmarayê nirxand. Dadgehê biryar da ku sûc bi qasî ku bikeve qada peywira dadgehê ne giran e.
Dadgeha Cezaya Navneteweyî (DCN) serlêdana malbatên ku der barê êrîşa Îsraîlê ya li dijî keştiya ku alîkarî dibir Gazzeyê de lêkolîn kir û biryar da. DCN diyar kir ku sûcdariya ku leşkerên Îsraîlê sûcê şer kiriye, hincetên wê maqul in, lê sûcê mijara gotinê ye nakeve qada peywira dadgehê.
Di serlêdana xizmên kesên hatin kuştin de hat gotin ku Îsraîlê sûcê şer kiriye û daxwaz kiribûn ku di serî de serokwezîr, wezîrê parastinê, fermandarê hêzên deryayê û fermandarê giştî bên darizandin.
Ferîbota Mavî Marmareyê ku di 31’ê Gulana 2010’an de alîkarî ji bo Gazzeyê dibir, bû hedefa hêzên Îsraîlê, 9 kesî jiyana xwe ji dest dabû.