DBP'ê êrîşa li dijî rêveberê HDP'ê Karataş şermezar kir
DBP'ê êrîşa li dijî rêveberê HDP'ê Karataş şermezar kir
DBP'ê êrîşa li dijî rêveberê HDP'ê Karataş şermezar kir
Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), der barê êrîşa li dijî endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di her şert û mercî de em ê li dijî faşîzmê û çeteyên wê, weke civaka demokratîk her li ber xwe bide û bi dengekî bilind em dibêjin em ê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Em bang li hikûmeta AKP'ê û çeteyên ev êrîş kirine dikin ku dest ji êrîşan berdin, di rewşeke berevajî de dikarin di binê van êrîşên sor dikin de, bimînin."
Navenda Giştî ya DBP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşa namerdî ya li hemberî endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş a danê vê sibehê şermezar kir. Navenda Giştî ya DBP'ê diyar kir ku Karataş ê bi derbên kêrê birîndar bûye, rewşa wî girane û got, "Beriya çend rojan li hemberî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Birêz Selahattîn Demîrtaş di balafirê de bi awayekî devkî êrîş hat kirin. Bi dîtina me ev her du êrîş ji hev cuda nînin. Hêzên faşîst ên heta duh êrîşên bi şêweyê lînçê dibirin ser rêxistinên HDP'ê, niha jî dixwazin bi rêbazên DAIŞ'ê rêveber û xebatkarên HDP'ê qetil bikin.
Êrîş û hêrsa hikûmeta AKP'ê û Serokkomar ên rojên dawî li dijî HDP'ê û siyaseta demokratîk ketin rojevê, bi destê çeteyan dikeve meriyetê. Bi dîtina me ev êrîş, encamên hedefnîşandan û heqaretên Serokkomar, Serokwezîr û wezîran e. Ji ber vê yekê nav û nasnameya êrîşkar çi dibe bila bibe, ev êrîş êrîşeke ku ji aliyê mejiyê dewletê ve hatiye birêxistinkirin e."
Navenda Giştî ya DBP'ê destnîşan kir ku di her şert û mercî de ew ê li dijî faşîzmê û çeteyên wê weke civaka demokratîk her li ber xwe bidin û got, "Bi dengekî bilind em dibêjin ku em ê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Em pêwîstiyê pê dibînin ku bînin bîra hikûmeta AKP'ê û çeteyên van êrîşan dikin; dest ji van êrîşan berdin, na xwe hûn dikarin di binê van êrîşên we sor kirine de bimînin.
Ji endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Birêz Ahmet Karataş ê di vê êrîşê de bi giranî birîndar bûye re em şîfa xêrê dixwazin û hêvîdar in ku wê di demeke kurt de bigihêje tenduristiya xwe ya baş. Her wiha em ji xebatkar3en Partiya Demokratîk a Gelan re dibêjin derbasbûyî be."