DBP: Divê darizandina Çîgdem Kiliçgun Uçar were sekinandin

Komîsyona Hiqûqê ya DBP’ê diyar kir ku divê darizandina derheqê Hevseroka Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar de were sekinandin.

Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkildarî darizandina derheqê Hevseroka Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar de daxuyaniyeke nivîskî da.

DBP’ê di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman:

"Di roja me ya îroyîn de ji bilî desthilatdarî û hevparên wê, astengkirina mafê siyasetkirinê ya hemû beşan, zextkirin û xizmeta darazê ya ji desthilatdariyê û dewleta ku di Qanûna Bingehîn de weke ‘’dewleta  demokratîk û hiqûqê’ tê îdîakirin, nîşan dide ku di nava nakokiyeke zêde mezin de ye.

(…)

Bicihneanîna biryarên binpêkirinê yên ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatine dayîn, midaxileya desthilatdariyê ya ji darazê re, dadgehên herêmî yên li hemberî bêerkiya mekanîzmayên venêrînê yên navneteweyî cesaretê distînin û têkildarî desteserkirina mafê parêzbendiyê helwesteke eşkere nîşan didin.

Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî darizandina parlamenteran û biryar daye û ev yek weke li dijî Qanûna Bingehîn destnîşan kiriye. Mînakên wê hene ku biryarên têkildarî darizandina parlamenteran bi egera binpêkirina mafên siyasetkirin û  rayeya qanûndanînê hatine sekinandin. Her wiha parêzbendiya qanûndanîn û parastina nûneran nabe ku were nîqaşkirin. Ji ber vê yekê em destnîşan dikin ku divê serlêdana têkildarî Hevseroka me ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçarê ya li pêşiya Dadgeha Destûra Bingehîn  were biencamkirin û divê bi lez û bez derheqê dosyaya wê ya din a ji aliyê dadgeha herêmî ve nehatiye nîqaşkirin de jî biryara sekinandina darazê were dayîn.’’