Dayîkên Şemiyê bang li Erdogan kir ku, peywira xwe bîne cih

Dayîkên Şemiyê bang li Erdogan kir ku, peywira xwe bîne cih

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya heftena ya di sala 2013'an ya yekemîn de bang li Serokwezîr Erdogan ên ku soza dê windayan û kiryaran peyda bike dayî û li ser soza xwe nerawestiya kirin: "Tu dibêjî êdî serokwezîr na qiral î. Em ji serokwezîratiya te tu xêr nedît nebe em di qiraltiya te de tiştekî bibînin. Qatilan peyda bike." Wekîlê BDP'ê Nazmî Gur jî diyar kir ku, dosyayên winda û kiryaran di odeyên kozmîk de tên girtin û wiha got: "Hewcehî bi dozger û dadgerên wêrek heye."

Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 406 li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin widankirin hatin hilgirtin. Parlementerên BDP'ê Nazmî Gur û Sebahat Tuncel û gelek hunermendan jî tevlî çalakiyêbûn. Di çalakiyê de destpêkê kurê Halîl Alpsoy yê ku dema bavê wî hate windakirin 40 rojî bû axivî û helbesta ji bavê xwe re nivîsî xwende û wiha got: "Ez ji vê dewletê qatilên bavê xwe dixwazim. Heta em wan peyda nekin, em ji van qadan dernakevin."

Pişt re neviyê Abdulkerîm Yurtseven yê ku 73 salî li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî hate binçavkirin û hate windakirin Emrah Yurtseven axivî û gora bapîre xwe xwest. Birayê Nurettîn Yedîgol Muzaffer Yedîgol jî diyar kir ku, tenê daxwaza wan ewe ku qatilan bizanin. Yedîgol bertek nîşanî Serokwezîrê Tirk Erdogan yê ku sala borî têkildarî windayan bi wan re hevdîtin kir û wiha got: "Gelek zore odeyên kozmîk bên vekirin û qatilan peyda bikin. Tu dibêjî 'ez Serokwezîr na qiralim' Me tu xêr ji serokwezîrtiya te nedît, em di qiraltiya de te tiştekî bibînin. Qatilan peyda bike."

GUR: HEWCEHÎ BI DOZGER Û DADGERÊN WÊREK HEYE

Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur diyar kir ku, 18 sal li ser lêgerîna windayan derbazbû. Gur rewşa dayîkên Roboskiyê bi bîrxist û wiha got: "Qet nebe wan gorekî hembêz bikin heye. Dayîkên Şemiyê bi salane êşan dijîn." Gur da zanîn ku, cînayetên kiryar nediyar ji aliyê kê ve hatin kirin di arşîvên dewletê bi awayekî vekirî cih digirin û wiha axivî: "Bi çend dozger û dadgerên wêrek ev yekê dê bê çareserkirin. Heta niha tenê mînakek jî tuneye."

Pişt re daxuyaniya hefteyê xwîşka Hasan Ocak Masîde Ocak xwend. Ocak daxwazên sala 2013'an wiha rêz kirin: "Divê windahiyên bi zorê di TCK'ê dew weke sûcên li hemberî mirovahiyê bên dîtin. Divê rayedarên dewletê yên sûcê windahiyê kirin bên cezakirin. Dosyayên windayan carek din bên vekirin û lêpirsîn bên destpêkirin. Nasnameyên hestiyên di gorên komî de hatin dîtin bên tespîtkirin. Saziya Tiba Edlî bikin saziyekî bi bawer. Divê rêbazên di gorên komî yên heta niha hatin kirin û delîl windakirin bên terkirin û li gorî Protokola Mînnesote ya YN'ê bên kirin. Divê Tirkiye Statuya Roja ya ji aliyê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ve hat avakirin îmzakirin. Divê peymanên din ên têkildarî vê yekê de bên îmzakirin."

Ocak wiha bang li Serokwezîr kir: "Peywira we ye hûn daxwazên me pêk bînin. Berpirsyarên xwe yên li hemberî me pêk bînin. Aşkerakirina aqubeta windayên me û cezakirina kiryaran peywira we ye."