Dayikên Şemiyê li aqûbeta Seyîd Riza û hevalên wî pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Seyîd Riza û hevalên wî pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Seyîd Riza û hevalên wî pirsîn
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin cara 503’yemîn hatin bav hev û aqûbeta Seyîd Riza û hevalên wî yên di 15’ê Mijdara 1937’an de li qada Bugdayê ya Elezîzê hatin darvekirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin cara 503’yemîn li Qada Galatasarayê hatin bav hev. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî parkarta “Kiryar diyar in, winda li ku ne” vekirin, wêneyên xizmên xwe yên winda û qurnefîlên sor hilgirtin.Dayika di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Seyîd Riza û hevalên wî yên di 15’ê Mijdara 1937’an de hatin darvekirin pirsîn. Di çalakiyê de nameya neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat a ji bo salvegera qatlîamê de nivîsandiye hate xwendin. Pşitre hevsera Fehîm Tosun ê di 19’ê Cotmeha 1995’an de di bin çavan de hate windakirin Hanim Tosun axivî. Tosun di axaftina xwe de qatlîamên Dêrsim, Roboskê û Şengalê bi bîr xist û got ku her rojê gelê Kurd 15’ê Mijdarê ye û nirxandina “bila hemû kes zanibe ku neviyên Seyîd Riza li vir in” kir. Tosun ev tişt got: “Ez wekî Seyîd Riza soz didim ku em ê dev ji lêgerîna windayên xwe bernedin. Her du destên me jî dê paşila kujeran de be.”
‘ME JI BÎR NEKIR EM Ê JI BÎR NEKIN’
Birayê Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de hate windakirin Alî Ocak jî diyar kir ku ew ji bo edalet û wekheviyê ev 20 sal in lêgerîna xwe didomînin û ji bo kujer hesab bidin têkoşîna xwe didomînin. Ocak wiha got: “Derewên dewletê yên beriya 77 salan Seyîd Riza û hevalên wî qetil kir û derewê wî yên îro yên dema qetil dike mîna hev e. Me Seyîd Riza û hevalên wî ji bîr nekir em ê ji bîr nekin.”
Piştî axaftinan daxuyaniya hefteyê ji aliyê yek ji mirovên şemiyê ye Masîde Ocak ve hate xwendin. Ocak bilêv kir ku ew ji bo ku li dijî polîtîkayên wan mehkûmî bêgorbûnê dike ev 503 hefte ye têdikoşin û birînên ku bi destên dewletê hatine vekirin heta polîtîkayên otorîter berdewam bike dê nepak be. Ocak got ku aqilê dewletê ya cudatiya wekî “parçebûnê” dibîne, axa pirçandî û pirnasnameyî kiriye dojeha sûcên mirovahiyê û yek ji van sûcan j îli Dêrsimê hatiye kirin. Ocak da zanîn ku Seyîd Riza, kurê wî yê 17 salî Resîh Huseyîn û 5 hevalên wê yê ji navdarêr Dêrsimê bû bi sûcdarkirina “teşwîqkirina îsyanê” hatine darvekirin û ev tişt anî ziman: “Li gorî qanûnên demê ji ber ku darvekirina Seyîd Riza nepêkan bû temenê wî hate mezinkirin, temenê kurî wî jî hate mezinkirin.” Ocak bilêv kir ku yên dihatin darizandin yek ji wan jî tirkî nedizanî û bi darizandineke qaşo ve hatin darvekirin. Ocak got ku Seyîd Riza û hevalên w îli Qada Bugdayê ya Elezîzê hatin darvekirin piştre canezayên wan ji aliyê leşkeranv e bi rojan hatiye gerandin û teşhîrkirin, piştre jî hatiye windakirin.
Ocak anî ziman ku piştî 69 salan malbatê di 30’ê Mijdada 2010’an de ji bo cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan serî li Walîtiya Elezîzê daye lê daxwaza wan hatiye redkirin. Ocak ev tişt anî ziman: “Li ser vê yekê li 1’emîn Dadgeha Îdare ya Elezîzê doz vekirin. Dadgehê jî daxwaza malbatê red kir.” Ocak destnîşan kir ku serlêdana temyîzê ya li dijî biryara dadgehê di 31’ê Gulana 2014 bi encam bû û di biryarê de hate gotin ku biryara 1’emîn a Dadgeha Îdareyê hatiye erêkirin.
‘CENAZEYAN TESLÎMÎ MALBATAN BIKIN’
Ocak diyar kir ku dadgehên ku beriya 77 salan Seyîd Riza û hevalên wî bi awayekî nehiqûqî darizand îro jî hema nehiqûqiyê didomînin û weha got: “Dêrsim, Seyîd Riza ye. Heta ku Seyîd Riza û hevalên wî bêgor bin, heqîqeta Dêrsimê li arşîvên dewletê be tiştên ku li Dêrsimê wekî qetlîam qebûlkirin ne bes e. Astengiyên ku li hemberî heqîqet bigihîje civakê rakin, aqûbeta Seyîd Riza û hevalên wî yên di arşîva dewletê de ye aşkera bikin. Cenazeyan teslîmî malbatan bikin.”