Dayikên Şemiyê Aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn

Dayikên Şemiyê Aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn

Dayikên Şemiyê di çarçoveya lêgerîna edaletê de di hefteya 456'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî ku di sala 1994'an de di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Di çalakiyê de hat xwestin ku aqûbeta windayan ronî bibe û dê têkoşîn û lêgerîna wan bi ser bikeve.
Dayikên Şemiyê yên Stenbolê ji bo aqûbeta windayan bipirsîn û kujerên nediyar bên ronîkirin di hefteya 456'an de dîsa li ber Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê jî pankarta "Kujer diyar in, winda li ku ne?" vekir û wêneyên windayan vekirin. Dayikan vê hefteyê çîroka Îsmaîl Bahçecî yêdi 24'ê kanûna 1994'an de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û windakirin vegotin. Bahçecî li Leventê hat binçavkirin û windakirin. Dayikan di pankartê de karîkatorê Bahçecî xêz kirin û alavên wî yên taybet danîn ser. Di çalakiyê de despêkê Birayê Kenan Bilgin İrfan Bilgin axivî û diyar kir ku paşeroja Tirkiye yê bi xwîn e. Bîlgîn anî ziman ku kesên Tirkiyeyê bi rêve dibin welat talan kirine.
'EM NE LI PEY TOLÊ LI PEY EDALETÊ NE'
Di çalakiyê de şair Mehmet Ozer, jî helbesta li ser Bahçecî nivîsandibu xwend. Birayê Îsmaîl Bahçecî Umut Bahçecî jî çîroka birayê xwe wend û wiha got: "Dema Îsmaîl hat binçavkirin ez 20 salî bûm. Niha ez 40 salî me. Birayê min bê lêpirsîn û hesap hat binçavkirin û birin windakirin. Birayê min ne dizî kiribû û ne ruşwet xwaribû. Lê kesên em şelihandin û dizî kirin, îro li ser serê dewletê ne. Berpirsiyarê windakirina birayê min Midûrê Giştî yê berê Mehmet Agar e."
Hevalê Bahçecî Suleyman Kalyon anî ziman ku ew ne li pey tolê ne û ew li pey edaletê ne.
L ser navê Komîsyona windayan a Komeleya Mafên Mirovan Kivanç Sert daxuyanî da. Kivan, anî ziman ku Bahçecî dema xwendekar bû hat binçavkirin û di nava tevgera ciwanan de bû. Kivanç, da zanîn ku wê demê Serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê bû û ji ber vê yekê polîsan ew binçav kirin û winda kirin. Kivanç, da zanîn ku di 24'ê kanûna 1994'an de Bahçecî hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin û wiha got: "Dîsa di 17'ê çileyê 1995'an de li Enqereyê xwendekarek hat binçavkirin û polîsan ji wî re gotin Me Bahçeci binçavkir û me ew winda kir."
Em dê lêgerîna xwe ya ji bo windayan berdewam bikin. Lêgerîna me dê biser bikeve.