Dayikên li Esenyurtê çalakiyê pêk tînin peyama berxwedanê dan

Dayikên girtiyên bexwedêr li Esenyurtê di bin dorpêça polîsên Tirk de çalakiya xwe ya nobetê didomînin gotin, “Ên vê zilmê dikin dibêjin em misilman in; bila destpêkê bibin mirov. Wê heta kengê ziman, çad û baweriya mirovan înkar bikin?”

Dayikên berxwedêrên girtî ji bo piştgirî û xwedîderketina li zarokên xwe di roja 24’an de jî li Qada  Esenyurtê ji bo çalakiya nobedê li hev civiyan.

Dayik, weke her carê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hev civiyan û çûne qada Esenyurt çalakiya rûniştinm domandin.

Dayikan tevî dorpêça polîsên Tirk, çalakiya xwe ya rûniştinê pêk anî. Dayikan piştî çalakiyê daxuyanî da û bal kişand ser berxwedana zarokên xwe û diyar kirin ku rewşa berxwdêran di qonaxeke gelek krîtîk de ye û divê demildest tecrîd bê rakirin. Dayikan da zanîn ku heta tecrîd neyê rakirin wê çalakiya xwe bidomînin û xwedî li berxwedana zarokên xwe derkevin.

Piştî demekê dayikan çalakiya xwe qedandin û dîsa vegeriyan avahiya HDP'ê ya navçeyê.