BI DÎMEN

Dayikên Kurd: Heta azadiya Kurdistanê em ê li ber xwe bidin!

Jinên li ber avahiyên KE, DMME û CPT çalakiya rûniştinê lidar dixin dan xuyakirin, ku Erdogan hestên aştî û biratiyê yên gelê Kurd tine kiriye.

Jinên li ber avahiyên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) çalakiya rûniştinê lidar dixin dan xuyakirin, ku Erdogan hestên aştî û biratiyê yên gelê Kurd tine kiriye. 

Çend ji jinên çalakger ên li dijî komkujiyên AKP dike û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiyên saziyên Ewropayê çalakiya rûniştinê pêk tînin, ji ANF'ê re axivîn.

ÇELÎK: ERDOGAN HESTÊN ME YÊN BIRATIYÊ KUŞT

Ayşe Çelîk a 49 salî ya ji Elmanyayê tevlî çalakiyê bûye got, "Ji bo şermezarkirina komkujiyên Erdogan li Kurdistanê dike, ez li vê derê me. Jin, dayik, zarokên me her roj li naverastê tên kuştin. Ewropa jî lê temaşe dike. Ji bo lenetkirina vê helwesta Ewropayê em li vir in. Her dixwaze berî biharê têkoşînê biqedîne, lê ew ê nikaribe. Sed sal jî derbas bibe wê nikaribe. Bihar wê bê, gerîla wê gelê xwe biparêze. Digotin 'em birayê hev in', lê me qetil dikin. Ez êdî bawer nakim; gelo biratî ma ye? Li Cizîrê binêrin, gelo li wê derê biratî ma ye?"

YETER: HETA DAWIYÊ EM LI CEM OCALAN E

Tayfûra Yeter a 67 salî ya ji Elmanyayê beşdarî çalakiyê bû diyar kir, gelê Kurd wê ti carî serî netewîne û got, "Em êdî her kesên li hemberî van komkujiyan bêdeng in, sûcdar dibînin." Yeter bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got, "Ji serokê me re dibêjin terorîst, lê terorîstê rastî Erdogan û yên çavên xwe jê re digirin e. Ew her roj bi sedan mirovan dikujin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li cem Ocalan û têkoşîna xwe bin."

GUVEN: BI QETILKIRINÊ RE EM NAQEDIN

Salîha Guven a 57 salî got, "Bi qetilkirinê re em naqedin. Em ji bo gelê xwe û serokê xwe li vir in û em ê her tim li qadan bin. Emrê me çiqas jî be em ê li ber xwe bidin. Ez, Erdogan lenet dikim. Êdî bes e. Bila Ewropa dengê me bibihîze. Bila Ocalan serbest bê berdan. Çima cîhan naxwaze me bibihîze?

Êdî Kurd ne ew Kurdên berê ne. Li her derê daxwaza azadiya xwe dikin. Em ê bêdeng nebin. Li her derê em ê li ber xwe bidin. Heta Kurdistan azad bibe."

NAS: YÊN DIXWAZIN TERORÊ BIBÎNIN, BILA LI KOMKUJIYA LI CIZÎRÊ BINÊRIN

Xeysel Nas a ji Elmanyayê tevlî çalakiyê bû berxwedana YPS'ê silav kir û komkujiyên ji aliyê Erdogan ve tên kirin, lenet kir. Nas got, "Em çiqasî dibêjin aştî, ewqasî tên kuştin. Em çiqasî biratiyê dixwazin, ewqasî tên kuştin. Lê em ê bi xurtkirina berxwedanê re bi ser bikevin."

Nas her wiha saziyên Ewropa û yên navneteweyî ku bi biryarên xwe re bûne hevparê komkujiyê lenet kir û got, "Em îro li vir in. Ji bo nîşan bidin bê terorîstê rastî kî ye. Yên li terorîstan digerin bila li yên komkujî li Cizîr, Silopiya û Sûrê kirin binêrin. Em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin."