Dayikên berxwedêran: Bila daxwazên zarokên me bi cih werin anîn

Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li Navenda Giştî ya HDP'ê 6 roj in çalakiyê dikin. Dayik dixwazin daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin.

Çalakiya dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ya li Navenda Giştî ya HDP'ê di roja 6'an de ye. Rêveberên jin ên HDP, DBP'ê yên bajar û navçeyan xavikên spî dan serê xwe û serdana dayikan kirin. Dayikan li salona civînê ya HDP'ê mêvan pêşwazî kirin.

Ji dayikan Ayfer Bîtmen di dema serdanê de axivî û diyar kir, ji bo zarokên xwe ew li Enqereyê ne û dema dest bidin hev dikarin dengê xwe bidin bihîstin.

Yesûre Tûfan jî got, "Ji bo dengê zarokên xwe bidin bihîstin dibe ku em hinekî dereng jî mabin. Em bi hev re dengê xwe bidin bihîstin." Tûfan bang li rayedaran kir ku tavilê gavê biavêjin û got, "Bêyî ku kesek bimire, bêyî ku dereng bimîne divê gavê biavêje. Eger em li benda sibe bisekinin wê dereng bibe."

Nezahat Teke jî got, "Heta ku em dest nedin hev em nikarin bi ser bikevin. Em ê li vir bin, em ê li ber xwe bidin. Heta ku agahiyeke bi xêr werbigirin em ê venegerin."

Teke ji rayedaran xwest ku dengê wan bibihîzin û daxwazên zarokên wan bi cih bînin.

Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Huseyîn Gevher jî diyar kir, ew bi wan dayikan re ne ku ji bo zarokên xwe çalakiyê dikin û ji bo dengê wan bidin bihîstin çi ji destê wan bê wê bikin.