Dayikên berxwedêr: Berxwedana me berxwedana mirovahiyê ye

Dayikên berxwedêr: Berxwedana me berxwedana mirovahiyê ye

Dayikên li sînor nobeta xwe didomînin diyar kirin ku ji bo dengê xwe bidin berxwedana Kobanê hatine vir. Dayikên ku herî kêm zarokekî wan di nav refên PKK’ê jiyana xwe ji dest daye, got ku hemû kesên li Kobanê li ber xwe didin zarokên wan e û ji bo bîranîna wan tevlî çalakiya nobetê bûne.

Berxwedana çalakiya nobetê ya li sînor ket roja 52’emîn. Yek ji parçeyên çalakiyê dayik in û çîroka her yekê ji wan cuda ye. Hinek zarokekî wan hinek sê zarokên wan di carekê de tevlî têkoşîna azadiyê bûne. Dayik jî ji bo vê tekê tevlî çalakiya nobetê ya li xeta sînor bûne. Bi rojane li gundê Mehser bi melhefên xwe yên spasî nobetê dikin. Dayikên Aştiyê yên Wanê, diyar kirin ku heta Kobanê azad nebe wê li sînor bin û gotin ew êdî parçeyek berxwedana Kobanê ne. Dayikan diyar ku ew amade ne li dijî DAIŞ’ê çekan bigirin.

'GER HEWCE BIKE EM DIKARIN LI DIJÎ DAIŞ ŞER BIKIN'

Leyla Dîvan ya 60 salî bi salen di vê têkoşînê de ye û di sala 2014’an de di çalakiya kon a li dijî çêkirina qereqola Meskanê ya Colemêrgê û tevlî çalakiyan mertalên zindî yên Serhedê bûn. Dîvan got: “Vê carê tevlî berxwedana Kobanê bûm. Tirkiye bi salane gelê Kurd dikuje. Tirkiyeyê DAIŞ li serê Kurdan kir bela. Em wek dayik heta dilopek xwîna me em ê têbikoşin. Ger hewce bike em dikarin derbasî Kobanê bibin û li dijî DAIŞ’ê şer bikin.

HEMÛ ZAROKÊN MIN IN

Hatun Bînas a 63 salî jî ji bîranîna kurê xwe yê ku 26 sal berê tevlî PKK’ê bû û careke din agahî jê negirtiye tevlî berxwedanê bûye wiha got: “Hemû ciwanên li Kobanê têdikoşin kurê min in. Em ji bo piştgiriya berxwedanê li vir in. Bi salan e em ji bo Aştiyê li qada bûn. Lê Tirkiyeyê em nebihistin."

EM DESTÊ XWE BIDIN HEV

Dayika Rukiye Aslan a 60 salî ku 3 zarok û 5 xizmên wê di nav refên PKK’ê de jiyana ji dest dan, 15 sal e di nava înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê de cih digire. Aslan da zanîn ku ew ji bo moral bidin YPG û YPJ û gelê sivîl yê Kobanê hatine vir. Aslan bang li dayikan kir ku werin destê xwe bidin hev û pêşî li mirinan bigirin.

BERXWEDANA KOBANÊ BERXWEDANA HEMÛ MIROVAHIYÊ YE

Aliya Balik a kurekî wê di nav refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest da û du zarokên wê di nav refên PKK’ê de ne, diyar kir ku divê hemû mirovahî li dora Kobanê bibin yek û got ku ev berxwedana hemû mirovahiyê ye.