Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 23 roj in li ber xwe didin

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîbûna ambargoya li ser wargeha Mexmûrê 23 roj in li ber benda kontrolê ya asayîşa PDK'ê çalakiya rûniştinê dikin.

Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 68 roj in ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve hatiye tecrîdkirin.

Li gel rexne û nerazîbûnan jî hikumeta herêma Kurdistanê hîn jî sedema ambargoyê ranegihandiye.

Ji ber tecrîda giran nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê, karker jî nikarin karê xwe bikin.

Lewma fikar hene ku ambargo û tecrîd li wargeha Mexmûrê bibe sedema pirsgirêkên giran ên însanî.

Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 23 roj in li seyteraya PDK'ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin.

Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bersiv nedana dayikan. Dayikên Aştiyê jî destnîşan dikin ku heta dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya wan jî berdewam bike.