Dayîkên Aştiyê piştgirî da YPG’ê û Asayîşê

Dayîkên Aştiyê piştgirî da YPG’ê û Asayîşê

Li Helebê Dayîkên Aşitiyê bi armanca şermezar kirina êrîşên li ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Asayîşê çalakiya rawestandinê lidar xistin.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurdin, Dayîkên Aşitiyê bi armanca şermezar kirina êrîşên li ser YPG᾿ê û hêzên Asayîşê çalakiya rawestandinê lidar xistin. Çalakiya Dayîkan bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişande ser geşedanên dawî li Rojavayê Kurdistanê û bûyera Amûdê.

Di daxuyaniya Dayîkan de êrîşên dawî li Amûdê ku li ser Yekîneya YPG᾿ê ji aliyê hin alîgirên Tirkiyeyê ve pêk hat şermezarkirin. Dayîkan di daxuyaniya xwe de rola xirab kirin û tevlîheviyê ya Yekîtiya Siyasî û rêveberên wan Ebdulhekîm Bişar û Mistefa Cuma ku hewldidin fitne û tevlîheviyê di nava gelê Kurd de derbixin jî şermezar kirin.

Dayîkan di daxuyaniya xwe de bang li hukûmeta herêma Başûrê Kurdistanê kir ku, li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin, şûna kiryarên fitne û tevlîheviyê pêwîste ji bo berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin û yekîtiya gelê Kurd biparêzin.

Dayîkan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku tevî êrîş û hemleyên reşkirinê li dijî YPG᾿ê pêk tên jî lê YPG car din li ser hêza xwe ye û nirxên gel diparêze. Dayîkan dan zanîn her ku çete û xayîn êrîşên xwe zêde bikin berxwedana li dijî wan zêde dibe û gel bi YPG᾿ê ve tê girêdan.

Di dawiya daxuyaniyê de Dayîkan berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, YPG᾿ê û Asayîşê silav kirin.