Dayikên Aştiyê, bi lacikên spî ve beşdarî ‘Meşa Edaletê’ bûn

Dayikên Aştiyê, bi lacikê spî ve başdarî ‘Meşa Edaletê’ê bûn. Dayikên aştiyê diyar kirin ku bi vî rengî kêm dibîmen û divê heta Edîrneyê dom bike.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bi lacikên spî ve beşdarî ‘Meşa Edaletê’ ya ku ev 12 roj in dom dike, bûn. Dayikên ku bi salane bê ku bêjin havîn û zivistane li qadan daxwaza edaletê dikin, vê carê di meşê de daxwaza edaletê kirin.

Ji Dayikên Aştiyê Perîhan Akbûlût a di sala 1993’an de ji Gundê Çelîk ê girêdayî navçeya Dêrik a Mêrdînê neçar ma koçî Stenbolê bikin anî ziman ku aştiyê dixwazin, diyar kir bi bi salanin edaletê dixwazin.

Akbûlûd got: “Em li gel her kesê ku bi rastî edaletê dixwazin in” edalet nebe aştî jî nabe. Akbûlût wiha pêde çû: “Ji ber ku edalet nîne ku zarokên me li girtîgehan in. Goristanên me ji gorên zarokên me tijî ne. Parlementerên ku vîna me ne li girtîgehan in. Eger ku edalet bibe ev welat wê rizgar bibe. Ji bo Îmraliyê jî edalet divê pêk bê. Vîna 40 milyon Kurd e. Eger ku edalet hebûya wê îro Birêz Ocalan ne li Îmarliyê bûna.”

Akbûlût, anî ziman ku divê hemû gelê Tirkiyeyê xwedî li edaletê derkeve. Akbûlût got: “Çawa ku em li Geziyê bûn yek, divê em li vir jî bibin yek. Çawa ku em ji Stenbolê hatin beşdarî vî karwanî bûn, divê her kes bê beşdarî bike.”

Dayika Aştiyê Revşan Dunar a ku sala 1994’an ji navçeya Xizan a Bedlîsê ji ber şewitandina gundê xwe neçar ma ku koçî Stenbolê bike bi gotina ‘Em li edaletê digerin’ beşdarî ji bo meşê kirine, lê berdewamkirina ‘Meşa Edaletê’ bi vî rengî kêm dimîne. Dunar destnîşan kir ku ne tenê Enîs Berberoglû girtiye, bal kişand ser girtina parlementerên HDP’ê yên girtî jî. Dunur destnîşan kir ku Meşa Edaletê divê ne heta Girtîgeha Maltepeyê heta girtîgehên Sîlîvrî û Edîrneyê jî dom bike.