Dayikên Şemiyê: Ne darizandina ji çav re, ya rastî
Dayikên Şemiyê cara 650’î hatin cem hev. Vê carê Huseyîn Morsulbul ku beriya bi 37 salan li Çewlikê nebedî bû hate bibîranîn.
Dayikên Şemiyê cara 650’î hatin cem hev. Vê carê Huseyîn Morsulbul ku beriya bi 37 salan li Çewlikê nebedî bû hate bibîranîn.
Dayikên Şemiyê cara 650’î hatin cem hev. Vê carê Huseyîn Morsulbul ku beriya bi 37 salan li Çewlikê nebedî bû hate bibîranîn.
Di çalakiyê de nameya dayika Fatma Morsumbul hate xwendin, ku par beriya ku jiyana xwe ji dest bide dixwest were çalakiyê lê ji ber ku nexweş bû nehatibû.
Di nameya Morsumbul de hate gotin, ‘’beriya bi 36 salan kurê min Huseyîn ji hêla cuntaya Kenan Evren ve hate binçavkirin. Dest û piyê wî girêdan, gotin, em ê îfadeya wî bistînin û bînin. Min careke dî nedît. Ê ku kurê min binçav kirî Fermandarê Jandarma yê Çewlikê Durmuş Kivrik bû. Mala gelek kesan xira kir. Ez dixwazim kesên ku ev 36 sal in kurê min nebedî kirine werin darizandin. Ne darizandineke ji çav re, darizandike rasteqîn dixwazim.’’
‘EZ Ê BI HESTÛYÊ HUSEYÎN WERIM VEŞARTIN’
Morsumbul di nameya xwe de êşa xwe wiha got: ‘’Min du zarokê xwe di şerê qirêjî yê rantê de ji dest da. Ez dizanim ku êşa zarokan çawaye, kêm nabe û girantir dibe. Êşa zarokan ji bo hemû dayikan eynî êş e. Ev 36 sal in li benda hestiyê kurê xwe me. Bila hestiyên Huseynê min werin ez ê veneşêrim li ser pişta xwe bigerînim. Ez ê bi wan hestiyên paqij ên kurê xwe werim veşartin, xeyala min a herî mezin ev e.’’
Mîne Nazarî ku daxuyaniya vê heftiyê xwend, got 2011’an parêzerên ÎHD’ê gilih kirine û Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê lêpirsîn daye destpêkirin. Nazarî got Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê bi hinceta ku gelek dem di ser re bihurî ye û ji hêla hiqûqî û fiîlî ve pir zehmet e ku delîl werin dîtin û têra xwe delîl nîn in ku dozê veke, biryar da ku pêdivî bi lêpirsînê nîn e.
ÇI BÛBÛ?
Piştî darbeya 12’ê Îlonê 18’ê Îlona 1980’yî polîs û leşkerên Tirk bi ser mala Huseyîn Morsumbul de girtibûn û ew binçav kiribûn. Huseyîn ê ku wê demê xwendekarê lîseyê bû birin Fermandariya Tugaya Leşkerî ya Çewlikê.
Ji malbatê re gotin ku kurê wan ji tabûrê, ku bi tevdîrên jidiyayî dihate parastin, reviyaye. Dayik û bav ên ku li kurê xwe digeriyan hatin binçavkirin. Bav Hanefî Morsumbul êşkenceye giran dît.
Dayik û bav Morsumbul çûne dozgeriya leşkerî îfade dan. Tiştên bûyin ji dozger re gotin û ji gilhê berpirsa kirin. Lê ji bo nebedîkirna Huseyîn tiştek nehate kirin.
Piştî bûyerê bi 4 salan wê demê yek geriya ku ew li Tugaya Leşkerî ya Çewlikê leşker bû, ezabê ûcdanê dikişîne, bi telefonê li mala Morsumbul geriya. Got Huseyîn bi êşkencê hatiye kuştin û li betaniyê pêçan û ew ji tabûrê derxistin.