Dayikên Şemiyê ji bo Nûrettîn Yedîgol li hev civiyan

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji bo Nûrettîn Yedîgol hatin ba hev yê ku di 10’ê Nîsana 1981’an hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin çalakiya "Faîl diyar in winda li ku ne?" di hefteya 681'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan wekî her hefteyê vê hefteyê jî Pankarta "Fail diyar in, winda li ku ne?" vekirin û qerenfîl û laçikên spî danîn ser pankartê. Li gel dayikên şemiyê û xizmên windayan parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe û gelek kesên din amade bûn.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê çîroka Nurettîn Yedîgol pirsîn ê ku di 26 saliya xwe de di 10'ê Nîsana 1981'an de hat destgîrkirin û windakirin. Dayikan vê carê li ser pankartê îskanek çay û simîtek ku Yedîgol pir jê hez dikir danîn ser pankartê.

‘PARVEKIRINÊ EM JI BIRAYÊ XWE XWE HÎN BÛBÛN’

Birayê Nurettîn Yedîgol, Mûzaffer Yedîgol diyar kir ku 37 sal in birayê xwe û windayên din li vê qadê dipirsin û wiha got: “Derdora wî pir ji wî hez dikirin. Dema dihat memleket bi pirtûkan dihat. Jiyana xwe diyarî mirovan kiribû. Bi peyvan mirov nikare qala wî bike. Li vî welatî derbeyên 12'ê Îlonê, 28'ê Sibatê, 15'ê Tirmehê çê bûn. Bila êdî li vî welatî derbe pêk neyên. Bila mirov neyên kuştin. Bila mafê mirovan bê parastin. Em dixwazin êdî dayika min a 96 salî êşa wê bi dawî bibe. Daxwaza wê bila pêk bê. Bila êşa wê bi dawî bibe. Li vî welatî mafê me heye. Em pere, kar û maqam naxwazin. Em hestiyê birayê min dixwazin. Dayika min 37 sal in dike qîrîn. Bila êdî lorîka dayika min a li ser birayê min bi dawî bibe. Bila rojek me ya xweş hebe."

Xwişka Yedîgol Sevîm Yedîgol jî anî ziman ku ew ji bo dayika xwe li vir e û wiha got, “Dayika min hêj bi wê êşê li hêviya hatina Nûrettîn e. Dibêje heta ku Nûrettin neyê ez namirim. Dibêje bila ew bê ez bimirim. Dibêje ger ku ew neyê û ez bimirim wê çavê min vekirî bimîne. Hikûmet behsa mafê qûl dike. Behsa kijan mafî dikin? Dayika min hêj di televîzyonê de temaşe dikin. Dibêje dest ji hatina wî berdin em hestiyê wî dixwazin. “

‘EM DIZANÎN KÎ NE’

Şahida wê demê û nûnerê TÎHV'ê ya Stenbolê Umît Efe jî diyar kir ku 37 sal berê li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe hat destgîrkirin û wê dema  Nurettin hat destgîrkirin û ew li midûriyeta polîsan dît.

Vê hefteyê li ser navê Dayikên Şemiyê Gonul Sonbahar daxuyanî da û wiha got: "Em bi dosyeya Nurettîn Yedigol li pêşberî gel in. Di pêvajoya êşkenceya 12'ê Îlonê de hat windakirin. 37 sal in Nurettîn Yedîgol winda ye. Me ew ji bîr nekir. Dayika 96 salî Zeycan Yedîgol got 'Ez ji bîr nakim'.” Nurettîn Yedigol ji Erzinganê bû. Di salên 70'î de ji bo zanîngehê hat Stenbolê. Ji Zanîngeha Stenbolê mezûn bû. Di serdema xwendekariyê û piştî xwendekariyê de kesekî sosyalîst bû. Di 10'ê Nîsana 1981'an de hat destgîrkirin û windakirin.