Dayikên Şemiyê ji bo ‘jinên hatin windakirin’ li hev civiyan

Dayikên Şemiyê di hefteya 728 a çalakiyê de bi wesîleya 8’ê Adarê li aqûbeta jinên hatibûn destgîrkirin û piştre hatibûn windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin di hefteya 728’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kir û destûr nedan çalakiya xwe li qadê li dar bixin. Li ser astengkirina polîsan Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Wek her hefteyê polîsan vê hefteyê jî derdora çalakiya dayikan dorpêç kir.

Dayikên Şemiyê tîşortên wêneyên windayan li ser wan bûn, li xwe kirin û wêneyên windayan û qurnefilan xistin destê xwe. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya û Musa Pîroglu, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes beşdar bûn.

‘BI ŞIDETA POLÎSAN EM KETIN 8’Ê ADARÊ’

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Masîde Ocak daxuyanî xwend û diyar kir ku jinan li her deverê dinyayê  ji bo daxwazên wekheviyê û azadiyê derketin qadan û got: “Jinan li dijî zext û newekheviyê biryardariya têkoşîn û piştevaniya xwe bilind kir. Em jî vê têkoşîna bi rûmet û li dijî newekheviyê dengê xwe bilind dikin û tev li têkoşîna jinan dibin. Me 8’ê Adarê bi şideta li dijî jinan û qedexekirina Qada Galatasarayê pêşwazî kir. Ev 28 hefte ne em nikarin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Dixwazin jinan bi tirs, şidet û kuştinê terbiye bikin. Pergala serdest a baviksalar dixwaze jin îtat bikin. Em bi nirxa herî bingehîn a mirovahî bersiv dibin û dibêjin; zext, şidet û bêedalet hebe wê berxwedan jî her tim hebe.”

Ocak piştî metna daxuyaniyê, Ayşe Tepe, Besta Tosun, Nîmet Tanrikulu û Sebla Arcan yên di dem û cihên cuda de hatibûn destgîrkirin û hatin windakirin bibîr anî û li aqûbeta wan pirsî.

ÇÎROKA JINÊN HATINE WINDAKIRIN

Ocak metna ku jinên windakirî bi bîr tîne xwend. Metna jinan wiha ye:

“Di hefteya çalakiya me ya 728’emîn de bi wesîleya 8’ê Adarê me got ‘jinên hatin destgîrikrin û piştre hatin windakirin me ji bîr nekiriye’ hatin gel hev. Em ê Makbule Okdem a di 1991’an de li Cizîrê hat windakirin û piştî 18 salan cenazeyê wê hat dîtin ji bîr nekin.

* Em ê Ayten Ozturk a di 27’ê tîrmeha 1992’an li Drsimê hat windakirin û cezayê wê li Xarpêtê hat dîtin ji bîr nekin.

* Em ê Ridda Yavuz a di 14’ê tebaxa 1992’an de li Navçeya Dêrika Mêrdînê hate destgîr kirin û windakirin û carek din agahî jê nehat girtin ji bîr nekin.

* Em ê Sedîka Dal a di îloana 1993’an de li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê hîzbullah ve hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin ji bîr nekin.

* Em ê Hamîde Şarli ya di 24’ê kanûna 1993’an de li gundê Wanika Navçeya Tetwana Bedlîsê ji aliyê eskeran ve windakirin û carek din agahî jê nehat girtin ji bîr nekin.

* Em ê Hatîn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn ên di 24’ê îloana 1994’an de li gundê Mirika Dersimê di kêliya operasyona eskerî de hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin ji bîr nekin.

* Em ê Lutfiye Kaçar a di 5’ê cotmeha 1994’an de li Stenbolê hat windakirin ji bîr nekin.

* Em ê Gulnaz û Kadriye Talu yên li gundê Ortaç a girêdayî Navçeya Haskoya Mûşê di nava operasyona eskerî de man û agahî ji wan nehat girtin ji bîr nekin.

* Em ê Ayşenûr Şîmşek a di 24’ê çileya 1995’an de li Enqereyê bi êşkenceyê hat kuştin û piştî 76 rojan cenazeyê wê li Goristana Bêkesan a Kirikkale hat dîtin ji bîr nekin.

* Em ê Hatîce Şîmşek a di 1’ê Gulana 1995’an de li navçeya Bismila Amedê hat windakirin ji bîr nekin.

* Em ê Şukran Daş a di 07’ê îlona 1996’an de li navçeya Rezan a Amedê hat windakirin ji bîr nekin.

* Em ê Fahriye Mordenîz a di 28’ê mijdara 1996’an de li Amedê li gel hevjînê xwe Mahmut hat windakirin ji bîr nekin.

* Em ê Zozan Eren a di 26’ê Îlona 1997’an de li navçeya Pasûra Amedê bi hevjînê wê Orhan re hat revandin û windakirin ji bîr nekin.

*Em ê Neslîhan Uslu ya di 31’ê adara 1998’an de li Çeşmeya Stenbolê bi 3 hevalên xwe re hat destgîr kirin û carek din agahî jê nehat girtin ji bîr nekin.

* Em ê Konca Kurîş a di 16’ê tîrmeha 1998’an de li Mêrsînê ji aliyê Hîzbullah ve hat revandin û di 21’ê çileya 2000’î de cenazeyê wê li Konyayê hat dîtin ji bîr nekin.”