Dayikên Şemiyê ji bo Gulmen û Ozakça bang kirin
Dayikên Şemiyê di hefteya 643’an de li aqûbeta Cemîl Çelîk ê li Mêrdînê hat revandin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de dayikan ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça banga lezgîn kirin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 643’an de li aqûbeta Cemîl Çelîk ê li Mêrdînê hat revandin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de dayikan ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça banga lezgîn kirin.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, di hefteya 643'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya lêgerîna edaletê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê di çalakiyê de pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne" vekirin, qurnefilên sor û çariken spî danîn ser wêneyên windayan. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de çîroka Cemîl Çelîk ê li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê ku 22 sal berê hat windakirin, pirsîn.
Di çalakiyê de Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, bal kişand ser pêvajoya OHAL'ê û wiha got: "Salek e OHAL didome. Serokomar diyar dike ku ne diyar e heta kengî bidome. Parazvanên mafên mirovan jî tên binçavkirin û girtin. Ji aliyê hikûmetê ve wekî sucdar tên îlankirin. Em bang li darazê dikin û dibêjin wê rojek were em ê ji bo we û ji bo her kesî edaletê bixwazin."
Dayika Mûrat Yilmaz ê di 23'ê Tîrmeha 1995'an de hat windakirin Hanife Yildiz, bi minasebeta salvegera kurê xwe roja 24'ê Tîrmehê axivî û wiha got: "Ji dayikekê dipirsin û dibêjin 'Destê te dişewite'. Ez jî dibêjim destê min bişewite wê çi bibe. Dilê min dişewite. Çend cejn û çend rojbûyîn min bêyî kurê xwe derbas kir. Zaliman ev li min û te kirin."
JI BO GULMEN Û OZAKÇA BANG
Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî diyar kir ku Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ji bo mafê xwe biparêzin û li karê xwe vegerin 136 roj in di greva birçîbûnê de ne û wiha got: "Em bang li rayedaran dikin ku bi wijdan bin. Em dixwazin li gorî edaletê tev bigerin. Jiyana bi rûmet pîvana parastina mafên mirovan e. Ji ber vê yekê divê dest ji rûmeta mafên mirovan nedin. Divê her kes hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin. Divê hurmetê nîşanî Danezana Parastina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bidin."
ÇÎROKA CEMÎL ÇELÎK
Yolerî destnîşan kir ku Cemîl Çelîk di sala 1994'an de ji neçarî koçî Qoserê kir û wiha got: "2 polîsên sivîl di 26'ê Îlona 1995'an de pirsa "Tu Neçîm Çelîk e" ji Cemîl Çelîk pirsîn û wi jî got "Na ez Cemîl Çelîk im." Li ser vê pirsê polîs diçin û piştre du polîsên din tên dikana Sûat Çelîk û tevî îtîraza kesên li dikanê Çelîk bi zorê dibin û binçav dikin. Piştre agahî ji Çelîk nayê girtin. Tevî ku malbata Çelîk serî li hemû rayedaran dide jî tu agahiyê ji Çelîk nagirin. Em ê her dem ji bo Çelîk li edaletê bigerin. "