Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin

Dayikên Şemiyê ji bo Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa edalet xwestin ên ku di 12’ê Kanûna 1991’an de piştî ku hatibûn destgîrkirin, hatibûn windakirin.

Dayikên Şemiyê ji bo diyarkirina aqûbeta kesên ku hatine windakirin, cara 768’an xwestin li Qada Galatasarayê bicivin. Polîsan DayikênŞemiyê asteng kirin, ji ber vê jî Dayik li pêşiya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kom bûn.

Masîde Ocak a ku xwişka Hasan Ocak e yê ku piştî hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin daxuyaniya vê hefteyê xwend. Ocak nerazîbûn nîşanî biryara beraatkirina doza JÎTEM’ê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Ankarayê da.

Di daxuyaniya vê hefteyê de qala windakirina Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa hate kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Di 12’ê Kanûna 1991’an de dema ku Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa ji şînekê vedigerin ji aliyê leşkerên mezraya Agaçli ya Kerboranê tên destgîrkirin. Gundî malbatên wan agahdar dikin lê fermandarê qereqolê ji malbatan re dibêje me ew kes nedîtine. Leşkerekî li qereqolê bi dizî ji malbatan re dibêje ‘Biçin şikeftan’ Malbat piştî lêgerînê xwe digihînin şikefteke ku devê wê bi keviran hatiye girtin. Di wê şikeftê de cenazeyê Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa dibînin. Demîr û Akîpa êşkence li wan hatiye kirin û dest û çavê wan girêdayî bû.”

28 SALAN HIQÛQ PÊK NEHAT

Malbatan diyar kirin ku 28 salan hiqûq pêk nehatiye û ji lêpirsînê heta niha tu encam nehatiye stendin. Fehmî Akîpa yê ku kurê Egîd Akîpa bû nerazîbûn nîşanî astengkirina polîsan da û got ku “Em ê teqez edaletê bi dest bixin. Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”