Dayikên Şemiyê cara 637’an hatin cem hev

Dayikên Şemiyê cara 637’an li Meydana Galatasarayê hatin cem hev, vê heftiyê Veysel Guney hate bibîranîn ku beriya bi 36 salan hatibû darvekirin.

Dayikên Şemiyê cara 637’an li Meydana Galatasarayê hatin cem hev, pankarta ‘’Kujer diyar in, nebedî kanîn?’ vekirin û dowîzên kesên ku hatin nebedîkriin hildan. Di çalakiyê de wekîla HDP’ê Pervîn Buldan, Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes amade bûn. Vê heftiyê çîroka Veysel Guney hate parvekirin ku di pêvajoya 12’ê Îlonê de hatibû darvekirin û hê jî cenezayê wî nehatiye dîtin.

Di çalakiyê de wekîla HDP’ê Buldan axivî û got, bi salan de li vê qadê ji bo zar û zêç û hevser û hevjînên ên ku hatine nebedîkirin, werin dîtin çalakiyê dikin lê rêveberên dewletê ti caran guh nedaya dengê dê û bav û xwîşk û birayan.

Wekîlê CHP’ê Tanrikulu jî got 36 sal derbas bûn lê hişmendiya desthilatdariyê neguheriye.

Parêzerê Guney Ercan Kanar got darvekirina Veysel Guney skandala hiqûqê ye. Ercan got darvekirina Veysel ‘mirêka 12’ê Îlonê ye’ û got darbeya sivîl a AKP’ê ya di dema Rewşa Awarte de jî weke wê ye. Ercan têkildarî biryara darvekirinê got: ‘’Di nav 11 rojan de biryara darvekirinê dan. 6’ê Sibatê doza pêşî vekirine û 17’ê Sibatê biryara darvekirinê dane. Piştî bi 2 mehan daraza bilind erê kiriye, piştî bi 2 mehan Ewlehiya Millî ya faşîst erê kiriye. Piştî bi 2 rojan jî hatiye darvekirin.’