Dayîkên Şemiyê beriya cejnê jî li edaletê geriyan

Dayîkên Şemiyê di vê çalakiya xwe de ya beriya cejnê li aqûbeta Mehmet Saît Zengîn pirsîn ê ku di sala 1995’an de hate windakirin.

Dayîkên Şemiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 639'an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Dayîkan, vê hefteyê çîroka Mehmet Saît Zengîn pirsîn ê ku di 6’ê Gulana 1995'an de hat windakirin.

Di çalakiyê de nerazîbûn li hemberî rûxandina gora Îbrahîm Demîr û Agît Akîpan hate nîşandan ên ku di sala 1991’ê de hatibûn binçavkirin û piştre hatin qetilkirin. Keça Demîr, Denîz Demîr pirsî “Gelo rûxandina goran di çarçoveya polîtîkayên ewlehiyê de ye?” Demîr diyar kir ku ew ê leşkerên ku gora ap û bavê wê rûxandine, gilî bike.

‘HER TIŞT DI ARŞÎVÊN DEWLETÊ DE HENE’

Hevsera Fehmî Tosûn Hanim Tosûn jî anî ziman ku sibê cejn e û wiha got: “Em malbatên bê gor in. Di roja erefê de her kes diçin ser gorên hezkiriyên xwe. Lê em dîsa beriya cejnê hesta kevirekî gorê ne. Ji ber ji gorên me ditirsin êrîşî gorên me dikin. Bi salan ji bo em bibin xwedî kevirekî gorekê em li vir têkoşiyan. Em êdî dixwazin van qurnefilên di destê xwe de, ne li qada Galatasarayê em dixwazin li ser gorên hezkiriyên xwe deynin. Di roja erefê de li pişt xwe bifitilin û li vir binêrin. Hûn çima arşîvên xwe venakin. Her tişt di arşîvê we de veşarî ne."

Birayê Hasan Ocak Alî Ocak, jî anî ziman ku her ew edaletê dixwazin, edalet bêtir dûrî wan dikevin. Birayê Cemil Kirbayir Mikail Kirbayir jî wiha got: "Sibê cejn e. Warekî gora ku em ziyaret bikin jî nedan me. Beriya Cejnê dîsa em li qada Galatasarayê ne."

ÇÎROKA MEHMET ZAÎT ZENGÎN

Piştre birayê Hayrettin Eren Îkbal Eren, daxuyanî xwend. Eren wiha got: “Cejn jî û edalet jî ji bo her kesî ye. Beriya cejnê dîsa em li Galatasarayê ne. Cejn êdî ji bo me bûne rojê lêgerînê. Bûne roja hêsirbarandinê û roja êş û îşkenceyê. Em êşa hezkiriyên xwe bêtir ji kûr ve hîs dikin. Zilm bêtir kûr dibe. Em di bin siya OHAL'ê de vê cejnê pêşwazî dikin. Em dizanin li welatê bi hezaran malbat di nava xemgînî û êşê de derbas bike aramî nayê wî welatî. Em dixwazin tew nebe gorek ku malbata Zengîn biçe ziyaret bike, hebe.

Eren, pêvajoya windakirina Zengîn wisa vegot:

“Zengîn bi dehan caran hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin. Zengîn di sala 1995'an de di meha nîsanê de hat binçavkirin û windakirin. Polîsan ew ji dikanê binçavkirin. Piştî binçavkirin 4 rojan rastî îşkenceyê hat û hat berdan. Dîsa di 06'ê Gulana 1995'an de hat binçavkrin. Du polîsên sivîl bi maşîna Torosê ew birin û carek din nehat. Malbatê serî li hemû qereqolan da. Piştre ji bavê 4 zarokan Mehmet Sait Zengîn agahî nehat girtin. 22 sal in aqûbeta wî ne diyar e. Dosya hêj li Edliya Midyatê tê rawestandin. Em dixwazin dawî li bêhiqûqiya 22 salan bînin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.