Dayikan li Bakirkoyê astengî nas nekirin

Dayikên ku ji bo bibin dengê zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne li ber Girtîgeha Bakirkoyê li hev civiyan, tevî astengiya polîsan jî meşiyan.

Dayikên berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li gel gef, êrîş û astengiyên polîsên Tirk jî li ber Girtîgeha Bakirkoyê li hev civiyan û meşiyan. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, endamên rêxistinên HDP'ê yên Sîlîvrî û Buyukçekmeceyê, endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û xwendevan û endamên kovara Kaldiraçê di çalakiya dayikên berxwedêran de amade bûn.

Çalakger li ber rawestgeha otobusan a çocûk sîtesî li hev civiyan, lê bi bahane 'qedexeya qeymeqamtiyê' polîsên Tirk dor li wan pêçan. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum nerazîbûn nîşanî vê da û got, "Ji bilî rûniştinê daxwazeke din a dayikan nîne." Lê belê polîsên Tirk bi gefa êrîşê bersiv da parlamentera HDP'ê.

Dayikên berxwedêran tevî astengî û gefa êrîşê jî meşiyan. Dayikên bi meşê gihîştin ber avahiya HDP'ê ya Bahçelîevlerê, diyar kirin ku wê sibe heman saetê li ber girtîgehê çalakiya xwe bikin.