‘Dayîkan guhdarî dengê bombeyên zarokên wan dikuştin dikir’
‘Dayîkan guhdarî dengê bombeyên zarokên wan dikuştin dikir’
‘Dayîkan guhdarî dengê bombeyên zarokên wan dikuştin dikir’
“Li gel dîrokên rojê yên serê sibehê bêrîvan diçin bêriyê, zarok li kolanên gund dibezin, ciwan jî kom dibin û sohbetê dikin, wê rojê yek ji vana ne bû li gund. Li her cihê bêdengiyekî kûr serdest bû, ew bêdengiya kûr bêdengiya beriya bahoza mezin ya wê rojê bû.”
Ev gotin aydê rêvebera ÎHD parêzer Perîhan Ok ku şahida bûyera 16’ê Nîsana 1992’an li gundê Cirzê yê ser bi Stewra Mêrdînê ve artêşa Tirk bombeyên qazanê di barandin ser şikeftekî 38 gêrîla tê de û du gundiyên sivîl jî bi îşkenceyê qetilkirin.
Roja 16’ê Nîsana 1992’an leşkerên girêdayî Fermandariya Alaya Mêrdînê û Tûgaya Komando ya Bolû di ser gundê Cizrê de girtin, jin û zarok hemû xistin malekê û zilam jî li baxçeyê dibistanê komkirin. Perîhan Ok ku wê rojê zarokek 6 salî bû anî ziman ku, jinan dizanî ku ger şerek çêbibe ew dê zarokên xwe jî winda bikin, her wiha di nava gêrîlayên ji dervey gund hatine dorpêçkirin jî ciwanên gund di nav de hene.
Ok destnîşan dike ku, beriya ku pevçûn rû bide, leşkeran hewil da bi îşkenceyê bi Adil Kiliç (25) û Eyup Îlhan (30) cihê sixnaxê bide gotin, dema negotin jî gulebarankirn û qetilkirin. Ok da zanîn ku, “piştî du rojan pevçûnan rûda em çûn cihê sixnaxa bi bombeyên qazanê dihat bombekirin û me 38 gêrîlayên hatine qetilkirin dîtin.”
Parêzer Perîhan Ok vedibêje ku, hêjan temenê wê 6 salî bû û bibû şahidê hovîtiyekî dijmirovahiyê û destnîşan dike ku, di biryara tekoşîna mafê mirovan de vê bûyerê raste rast bandor kiriye.
Perîhan Ok diyar kir ku, pêvajoya çareseriyê ya berdewam dike, di heman demê de pêwîste bibe pêvajoya li paşeroja xwe rû bi rû bûyînê jî û têkildarî komkujiya hêjan di temenekî biçûk de bûyî şahid ji ANF’ê re vegot.
Parêzer Perîhan Ok dibêje, ber berê şevê bû hewa tarî dibû dema şer destpê kir.
“Piştî ku şer destpêkir, zarok û jinan ji tirsa qîr û hawar kir, teqînên mezin çêdibûn. Du rojan serhev ev teqîn çêbûn. Du rojan em bê nan û bê av li wir hiştin.”
‘CIHÊ KU GÊRÎLA LÊ HATÎN QETILKIRIN ÇALÊN KÛR LÊ ÇÊBIBÛN’
Perîhan da zanîn ku, piştî pevçûnê leşkeran xwe vekêşe, ew çûne cihê pevçûnê û ew dem wiha vegot: “Li cihê pevçûn lê heyî ji ber bombeyên qazanan çalên kûr çêbibûn. Me di sixnaxê de cenazeyên 38 gêrîlayan dîtin. Vegotina wê demê pir zehmete, 38 bedenên ciwan hatibûn qetilkirin. Piştî wê li gel 38 gêrîlayan du gundiyên sivîl yên hatin qetilkirin anîn mizgefta gund û toren çêkirin.
Dema ku cenaze di şuştin, lorînên ku dikirin hêjan di guhên min de ne. Malbatên gêrîlayên hatin qetilkirin, hatin cenazeyên zarokên xwe girtin û birin.”
Li gel pismamên wê Hidir Demîrtaş (24) û Kemal Ok (17) sê gêrîlayên nasnameyên wan nehatin tesbît kirin, li gund piştî torenê hatin veşartin. Ok got: “Li gund hevgirtinekî pir mezin hebû, ji gundên derdor serdanên qelebalix çêbûn, her kes digirî, ji miriyên hev re digiriyan.”
‘PIŞTÎ KOMKUJIYÊ DU SALAN GUND HATE VALE KIRIN’
Ok balkişande ser ku, piştî komkujiyê pêkûtiyên li ser gund zêde bûn û wiha berdewam kir: “Piştî komkujiyê du salan leşker hatin gotin ‘yan hûn dê bibin cerdevan yan jî di nava çar rojan de gund vale bikin’, ji ber ku me cerdevantî qebûl nekir, me baxçe û gundê xwe berda û ketin rêyên penabertiyê. Malbata min hate navçeya Bismil ya Amedê. Min jiyana xwe li wir derbaz kir, lê belê gund û bûyera ku min jiyan kir, tu caran ji bîra min neçû.”
‘PÊWÎSTE DEWLET BI PAŞEROJA XWE RE RÛ BI RÛ BÊ’
Prz. Perîhan Ok da diyarkirin ku, ji ber bêhiqûqî û binpêkirina mafan ya dewletê li gund li ser dayî meşandin bandor kiriye ku, tekoşîna mafê mirovan bide. Ok da zanîn ku, “Pêwîste dewlet di pêvajoya çareseriyê de bi bûyerên dervey mirovahî yên berê de kirî rû bi rû bê. Ev pêvajo di heman demê de pêvajoya bi demboriyê re rû bi rû bûyîne. Ji bo ev pêvajo bi tenduristî birêve biçe, pêwîste dewlet bi demboriya xwe re rû bi rû bê.”
‘KURDAN LI GEL ÊŞÊN KU KIŞANDIN ZANE BÛN’
Ok aşkera dike ku, ji ber êşên kurdan kişandin zane û bûne xwedî agahî. Ok got: “Kurdan êşên mezin kişandin û van êşan zanebûn da çêkirin. Ji vê xalê û pêve pêwîste dewlet Kurdan cidî bigire û weke muxatab di rasteka daxwazên kurdan de pirsgirêka Kurd çareser bike.”
Ok da zanîn ku, gelê Kurd aliyê vî şeriye; her pêngava ku hikumet Kurdan muxatab negire û bi avêje, dê bandorek nerênî li ser pêvajoyê bike, pêvajoya çareseriyê jî bi muxatab kirina Kurdan û bi demboriyê re rû bi rû bûyînê dê pêş bikeve.