Dayika Sêvê Demîr: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr li kongreya DBP'ê axivî, kesên hatin qetilkirin bibîr anî û got, "Berxwedana we wê bidome. Birêz Ocalan rêberê me ye. Ancax ew dikare vî şerî bisekinîne."
Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr li kongreya DBP'ê axivî, kesên hatin qetilkirin bibîr anî û got, "Berxwedana we wê bidome. Birêz Ocalan rêberê me ye. Ancax ew dikare vî şerî bisekinîne."
4. Kongreya Awarte ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi axaftina mêvanan dewam dike.
Dayika endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr a ji aliyê çeteyên AKP/Qesrê ve hat qetilkirin Sakîne Demîr di axaftina xwe ya li vir de bang li malbatên leşker û cerdevanan kir û got, "Tevî hemû êşên me kişandine jî em aştiyê dixwazin, dixwazin bes xwîn birije. Em bawerin; eger dayik dest bidin hev wê karibin vê bi ser bixînin."
Demîr bal kişand ser êrîşên li hemberî gelê Kurd û got, "Em ji her tiştî re amade ne. Em ji mirinê re jî, ji zîndanê re jî amade ne. Eger gelê Kurd bibe yek wê van hemû êrîşan pûç bike. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
'BIRÊZ OCALAN DIKARE VÎ ŞERÎ BISEKINÎNE'
Dayik Demîr kesên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Me soz dane we, em ê berxwedana we bi ser bixînin. Birêz Ocalan Rêberê me ye. Yê ku vî şerî karibe bisekinîne, ew e."
Piştî Demîr Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivîn.