‘Dayîka min ya 90 salî hestiyên kurê xwe dixwaze’

‘Dayîka min ya 90 salî hestiyên kurê xwe dixwaze’

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 410'an de gotin: "Bêhiqûqiya li hemberî me pêk tê gefa li hemberî hemû civakê ye." Xwîşka Makust Tepelî yê di binçavan de hate windakirin û 29 salin kujerê wî tê veşartin Turkan Tepelî jî wiha got: "Dayîka min hestiyên kurê xwe dixwaze. 90 salî ye lê çavên wê her tim li rê ne."

Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya 410'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Dayîka di çalakiyê de aqubeta Maksut Tepelî yê ku di 2'yê sibata 1984'an hate windakirin pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin û pankarta "Kujer diyar in lê winda li ku ne" vekirin. Di çalakiyê de destpêkê Parêzera Tepelî Gulseren Yolerî axivî û diyar kir ku, binçavkirin Maksut Tepelî her tim hate înkarkirin lê hevjîna Maksut Tepelî piştî 19 salan dema ku ji bo nasnameya xwe biguherîne di qeydên nifusê de dît ku hevjînê wê weke "mirî" hatiye derbaskirin.

Yolerî anî ziman ku, li ser vê yekê hevjîna Tepelî di sala 2003'an de serî li dadgehê da û li ser israra dozger derket holê ku li Nexweşxaneya Numune jiyana xwe ji dest da derbasî qeydan bûye û wiha got: "Gora wî nîşanî malbatê nadin. Di navbera dîroka mirinê û veşartinê de nakokî hene. Dadgehê ji biryara bêşopandinê da. Îdîaya polîsan ya li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da jî rast nîne. Qeyda nexweşxaneyê tuneye."

'DAYÎKA MIN HESTIYÊN KURÊ XWE DIXWAZE'

Xwîşka Maksut Tepelî Turkan Tepeli jî wiha got: "Dayîka min hestiyên kurê xwe dixwaze. Dayîka min 90 salî ye lê çavê wê her tim li rê ne." Birayê Tepelî Orhan Tepelî jî wêneyê birayê xwe nîşan da û wiha got: "Di vê wêneyê de ji min biçûk xuya dike. Lê we ji min mezintir bû. Em gelek li bendê man lê me tu agahiyên baş jê negirtin. Destê me di stuyê dewletê de ye." Tepelî diyar kir ku, heke dewlet bixwaze dê birayê wî peyda bike lê naxwaze peyda bike û wiha axivî: "Qelebalixbûna wêneyên li vir tê wateya winda gelek zêde dibin. Em naxwazin winda zêde bibin."

NAVÊN KUJERAN XWENDIN

Daxuyaniya heftane ji mirovên şemiyê Mukaddest Şamîloglu xwend. Şamîloglu wiha got: "Bêhiqûqiya li hemberî pêk tê gefa li hemberî hemû civakê ye. Her çiqas hikûmet bên guherîn pêkanîna rayedarên cemaweriyê nayên cezakirin naguhere. 76 salin xizmên windayan tu encamên hiqûqî bi dest nexistin." Şamîloglu diyar kir ku, 20 salin kujerên Tepelî nayên dîtin û navên kesên Tepelî winda kirin xwendin. Şamîloglu anî ziman ku, navên kesên Tepelî birîndarkirin û lêpirsîna wî kirin wisa rêz kirin: "Rehmî Kaya, Servet Bozkurt, Hasip Donmez, Zafer Elemen, Şeyhmuz Altin û Îlhamî Ozturk, Dozgerê lêpirsîn Necdet Camci, Dadgerê leşkerî Muhteşem Savaşan, Alîkarê Midûrê Polîsan yê Berpirsyarê Asayî û Terorê yê Midûriyeta Polîsan ê Stenbolê Mehmet Agare." Şamîloglu xwest ku ev kes bên darizandin.