Dayika girtiyan: Me soz dabûn 8 canên xwe

Mûrat û Sûat Şîmşek ku birayên hev in, di nava koma destpêkê ya greva birçîbûnê de bûn. Dayika wan Bedîa Şîmşek got, "Me soz dabû 8 canên ji dest dan ku vê çalakiyê bi ser bixînin. Me soza xwe bi cih anî."

Mûrat Şîmşek ê li Girtîgeha Rîzeyê û Sûat Şîmşek ê li Girtîgeha Kurkçulerê, ku birayên hev in, tevlî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bûn. Piştî ku berxwedan bi ser ket, bêhn hate ber malbata wan.

Malbata Şîmşek ku berî 55 salan ji Mêrdînê berê xwe da Edeneyê, yek ji wan malbatan e ku têkoşîna xwe jî bi xwe re birin Edeneyê. Sûat Şîmşek ku yek ji 9 xwişk û bira ne sala 2011'an hate girtin û tevî ku di dosya wî de tiştek tine bû 32 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Sûat li Girtîgeha Rîzeyê ye ku yek ji çalakgerên destpêkê yê greva birçîbûnê bû. Mûrat jî li Girtîgeha Kurkçulerê çalakiya xwe domand. Piştî ku çalakî bi ser ket, her du birayên Şîmşek hatin tedawîkirin û niha rewşa wan baş e.

Dayika wan Bedîa Şîmşek diyar kir, wan di dema çalakiyê de gelekî zehmetî dîtin û got, wan daxuyaniya Ocalan bi kêfxweşî pêşwazî kirine. Şîmşek got, "Di encama biryardariya zarokên me û têkoşîna bi biryar a dayikên bi laçik spî de, encameke wiha derkte holê. Dayik her tim bi zarokên xwe re ne. Ne tenê di vê çalakiyê de, her tim bi zarokên xwe re ne. Ji wan hebû ku em ê dest ji berxwedana xwe berdin. Me ti carî dest jê bernedan, em ê dest jê bernedin. Têkoşîn mîrateya şehîdên me ye. Me soz dabûn 8 canên xwe yên ji dest dan ku em ê vê çalakiyê bi ser bixînin. Me soza xwe bi cih anîn."