Dayika Bêrîtanê: Bila hevkarên nikarin serê xwe rakin şerm bikin

Dayika Bêrîtanê: Bila hevkarên nikarin serê xwe rakin şerm bikin

Dayika Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a PKK'yî, Emuş Karataş got, "Ji ber keça min teslîm nebû ez pê serbilind im. Em serbilind in. Bila hevkarên ku nikarin serê xwe rakin şerm bikin." Bav Karataş jî got, "Her kesê di nav têkoşîna azadiyê ya kurd de jiyana xwe ji dest daye ji bo min Bêrîtan e." Karataş a PKK'ê yî ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Aydin ve jî hat bîranîn.

Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê, YAKDER û aktîvîstên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li bajaroka Helvaci ya girêdayî Alîaga malbata, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a gerîlaya PKK'ê ziyaret kirin. Dayik Emuş û Bav Musrafa Necatî Karataş kom di derî de pêşwazî kirin. Di ziyaretê de Serokê YAKDER Sureyya Yilmaz wiha axivî: "Ciwanên wek Bêrîtan di dilan de şopên mezin û jiyaneke bi rûmet hiştin. Bêrîtan li hemberî PDK'ê ala îsyanê rakir û li hemberî kurdên hevkar nûnertiya xeta berxwedanê ya bi rûmet nîşan daye." Piştî Yilmaz ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Dayik Medîne Kaymaz jî diyar kir ku gelê kurd êşên pir mezin jiyane, dewleta tirk ne alîgirê aştiyê ye û hurmetê ji kesên jiyana xwe ji dest dane re jî nagire.

'EZ SERBILIND IM'

Dayika Gulnaz Karataş (Bêrîtan) Emuş Karataş, di destpêka axaftina xwe ku kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî wiha got, "Bêrîtan ne tenê zaroka min e. Tevayî ciwanên jiyana xwe ji dest dane zarokên min in. Ji ber keça min teslîm nebû ser serbilind im. Bila kesên hevkar ji xwe şerm bikin." Piştî dayik Emuş endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Aysel Aslan wiha axivî: "Dema hevala Bêrîtan xwe ji kendal avêt, di rastiyê de nûnertiya rizgariya gelekî dikir. Vejîna gelekî ku li hember esaretê têk naçe. Her çi qas hîn jî ferasetên hevkar hebûna xwe berdewam bikin jî em ê di xeta Bêrîtan û Zîlanan de bimeşin û xebatên xwe berdewam bikin."

'ÎNŞEALLAH EZ Ê ROJA AZADIYA RÊBERÊ ME BIBÎNIM'

Bav Mustafa Necatî Karataş jî got, "Her kesê di nav têkoşîna azadiyê ya kurd de jiyana xwe ji dest daye ji bo min Bêrîtan e. Ez bi vî awayî li şehîdan dinêrim." Bav Karataş da xuyakirin ku gelê kurd timî rastî zextan hatiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hîn jî li hember gelê kurd lîstik dewam dikin. Lê gelê kurd li ser lingan e. Înşeallah ez ê roja azadiya rêberê me bibînim."

AYDIN

Xwendekarên Zanîngeha Adnan Menderes (ADU) gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha sala 1992'yan de jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn. Bîranîna ku li avahiya BDP'e ya Aydin pêk hat gelek xwendakaran beşdar bûn û bîranîn bi rêzgirtinê destpê kir. Bîranîn bi dirûşmayên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.