Dayika Aştiyê Reşîde Gergersoy hat definkirin

Dayika Aştiyê Reşîde Gergersoy hat definkirin

Dayika Aştiyê Reşîde Gergersoy ya ku demek dirêj bû tedawiya nexweşiya pençeşêrê dibû hat definkirin.

Dayika endama Koordînasyona KJB’ê Pîroz Sîverek û her wiha du kurê wê yên din li Qadên Têkoşîna Azadiyê jiyana xwe ji dest dane, Reşîde Gergersoy (Dayika Reşê) li Edeneyê hate definkirin.

Gergersoy ya 69 salî ku li nexweşxaneya Yuregîr Başkent a Edenê tedawî dibû duh di saetên êvarê de jiyana xwe ji det da û vê sibê ji aliyê xizmên wê û BDP’iyan ve hate girtin û anîn mala wê ya Taxa Afetevler ya navçeya Guregîrê. Cenazeyê Gergersoy birin Goristana Buruk û li wir wecîbeyên olî anîn cih.

Xizmên Gergersoy, serokê BDP’a Yuregîrê Mehmet Bayram û serokê BDP’a Seyhanê Hazim Yalçin û nûnerên BDP’ê tevli merasîma cenazê bûn. Bayram axaftine kir û got dayika Reşê dayika hemû kurdane û got di têkoşîna kurd de mînakek mezine.

 Ji bo Gergersoy li Taxa Afetevler konê sersaxiyê hat vedan.